Bi hinceta 'Em di şer de ne' maeşên karkeran nade wan

Şaredariya Elcewazê ya AKP'î bi bahaneya "Em li Iraq û Sûriyeyê di şer de ne, pereyê hikumetê nîne, krîza aboriyê heye" 8 meh in maeşên karkeran nade wan.

Elcewaz heta sala 1952'an bajarokekî ser bi navçeya Xelatê ya Bedlîsê bû. Di sala 1953'an de bû navçe. Elcewaz ku Kurd, Tirk û gelek gelên din bi hev re lê dijîn, bi salan bû hedefa polîtîkayên cihêkar ên dewletê. Bi taybetî Kurdên li navenda Elcewazê ne, di bin zext û zordariya dewletê de man. Di serî de şaredarî, destûr nayê dayin ku Kurd li saziyên din ên cemaweriyê bixebitin.

Navçeya Elcewazê di navbera çiyayê Sîpanê û Gola Wanê de ye. Bi xwezaya xwe ya bêhempa qadeke bedew e. Golên Arîn û Aygir ên li navçeyê mirovan dikin heyranê xwe. Navçeya Elcewazê bi gûzên xwe bersivê dide pêwîstiyeke mezin a herêmê. Li navçeya Elcewazê ku desthilatdariya AKP-MHP'ê talan dike, piraniya şêniyên wê xizan in. Piraniya ciwanên Elcewazê ku kar bi destê wan nakeve neçar dimînin koçî bajarên Tirkiyeyê bikin.

Şaredariya Elcewazê ya AKP'î ku 3 sal in maeşên karkeran bi rêk û pêk nade, 8 meh in jî maeşê bi dehan karkeran qet nabe. Karkerên ku bi rayedarên şaredariyê re axivîn û daxwaza maeşên xwe kirin, zext û zorî li wan hate kirin. Hate ragihandin ku rayedaren şaredariyê gef li karkeran xwarine û ji wan re gotin, ku eger ji çapemeniyê re biaxivin wê karê wan bi dawî bikin. Eşkere bû ku rayedarên şaredariya AKP'î ji karkeran re gotin, "Pere nîne, kî bixwaze bila dest ji kar berde". Karkerên ku 8 meh in nikarin maeşên xwe werbigirin, dibêjin ku ew nikarin nan bibin mala xwe.

Karkerekî ji ber ewlekariyê navê xwe eşkere nekir, anî ziman ku AKP'ê li Elcewazê tirs berdaye nava dilê mirovan û got, "Ji tirsa AKP'ê kes li Elcewazê nikare li mafê xwe bigere. Yên li mafên xwe digerin yan ji kar tên derxistin yan jî tiştek tên serê wan. Bi salan e em di nava pirsgirêkeke giran de ne. Em êdî nikarin nan jî bibin mala xwe. 3 sal in ev pirsgirêk heye, lê 8 meh in me qet nekarî maeşên xwe werbigirin. Eger em nikaribin maeşê xwe werbigirin em ê çawa debara xwe bikin?"

'JI ŞER RE PERE HEYE, JI KARKERAN RE NÎNE'

Karkerekî din anî ziman ku dema ji rayedaran maeşê xwe xwestin, rayedarên Şaredariyê ji wan re gotin, "Li Sûriye û Iraqê em di nava şer de ne" û wiha dewam kir: "Bi mehan e em nikarin maeşên xwe werbigirin. Ji me re dibêjin, 'Hikumeta me li Iraqê, li Sûriyeyê di şer de ye'. Zanin ku baca me, pereyê me li şer xerc bikin, lê belê dema mesele maeşê karkeran be dibêjin 'nîne'. Di vê mijarê de me berê jî gilî kirin. Mufetîş jî hatin, lê belê pirsgirêk çareser nekirin û çûn. Mufetîşên hatin şaredariyê karmendên AKP'ê bûn, ji rayedarên şaredariyê di bin navê diyariyê de bertîl wergirtin û çûn."