Bi hezaran kes li Wanê diherikin qada Newrozê

Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Wanê, bi hezaran kesî serê sibehê berê xwe dan qada pîrozbahiyê.

Li Wanê, bi hezaran kes ber bi qada Newrozê ve diherikin. Girseya gel ku bi kincên neteweyî bi rê ket, ji du nuqteyan derbasî qadê dibe.

Şêniyên Wanê ji bo Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû dirûşman diqîre, ku Gergerlîoglû yê wekîltiya wî hate betalkirin li Meclîsa Tirk bi zorê hate destgîrkirin.

Qada pîrozbahiyê bi balonên reng bi reng hatiye xemilandin. Dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Zext nikarin bi me" û "Bijî Gergerlîoglû" ji qadê berz dibin.

Hevseroka Partiya Herêman Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Parlamenterê HDP'ê Sezaî Temellî jî tevlî pîrozbahiyê dibe. Hunermend Azad Bedran, Xecê û Koma Awaz jî wê hunera xwe pêşkêş bikin.