Bi hezaran Geverî li dijî tecrîdê meşiyan

Geveriyan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek girseyî lidarxistin. Hevseroka HDP’ê Perwîn Bûldan axivî û got, “Ji ber ku êdî desthilatdarî nikare vî welatî birêve bibe, rûyeke wan ya bikarin derkevin pêşberî gel nemmaye."

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşmeya “Dem dema azadiyê ye” serdana esnafan kirin. Esnafan Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn bûldanê bi çepik û tilîliyan pêşwazî kirin. Gel jî tevlî serdanan bû û serdan veguherî meşeke girseyî. Piştî serdanê meş heya ber avahiya HDP'ê ya navçeyê dewam kir û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin.

Ruxmê barîna baranê jî bi hezaran kes dev ji meşê berneda. Piştî meşê girse li ber avahiya HDP'ê ya navçeyê kom bû. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan ji ber eleqe û coşa gel nîşan dayî malavayiya wan kir.

Bûldan diyar kir kampanya “Em HDP'yî ne, li her derê ne” kampanyayeke ku tevahiya bajarên Tirkiyeyê digire nav xwe û got: “Li kûderê zilm hebe, li kûderê mexdûriyet hebe em bera xwe didin wê derê.”

Bûldan her wiha da zanîn ku welat bi krîz, alozî û felaketan re rû bi rû maye û wiha pêde çû: “Lehî radibe, şewat çêdibin, êrîşên nîjaperest çêdibin, komkujî çêdibin lê li holê tiştekî bi navê hikûmetê tune ye. Êdî em baş dizanin ku nikarin welat rêvebibin. Ji ber ku êdî desthilatdarî nikare vî welatî birêve bibe, rûyeke wan ya bikarin derkevin pêşberî gel nemaye. Mereq nekin, ew ê cûyînê ne.”.”

Hevseroka HDP’ê Perwîn Bûldan di dewama axaftina xwe de bal kişande ser qeyûmên tayinî şaredariyan hatine kirin jî û got: “Li vir piştî baraneke kurt me dît bê ka rê ketin çi halî. Waye feraset û hişmendiya qeyûm ku jiyana layiqî gelê Geverê dibîne ev e. Pirsgirêka herî mezin a Geverê, pirsgirêka qeyûm e. Ez feraseta ku vîna gel binpê kiriye û dest daniye ser şaredariyê şermezar dikim.”

Bûldan her wiha anî ziman ku wê gelê Geverê xwedî li vîna xwe derkeve û wê wan qeyûman bişîne Enqereyê cem xwediyên wan û got: “Gelê Geverê van pêkanînan ji bîr nake û wê di dema sindoqan de hesab bipirse.”

Di beşek din a axaftina xwe de Bûldan destnişan kir ku Kurd bi zilmeke mezin re rû bi rû ne û wiha domand: “Kesên her roj HDP'ê dikin hedef û heqaretan dikin, bila werin vê sekna gel bibînin. Bila fêm bikin bê ka gel çawa xwedî li HDP'ê derdikeve. HDP nayê girtin, wê gel nehêle HDP bê girtin. HDP ne avahiyek e ku deriyê wê bê qufilkirin. HDP, daristan e, çivîk e, HDP hûn in. Hêz û quweta tu kesî nikare HDP’ê bigire. Em ê nehêlin.”

Bûldan herî dawî anî ziman ku gotineke AKP ya ji gel re bibêje nemaye û got: “Teqez em ê bi ser bikevin. Bila tu şik û gumana kesî tune be.”