Bi gotina 'hevkar in' dixwazin komkujiyê rewa bikin

Gundiyan nerazîbûn nîşanî Walîtiya Tirk a li Amedê dan, ku ji bo birîndaran gotibû 'hevkar' û 'endamê rêxistinê' ne. Gundiyan gotin, "Bi gotina 'hevkar in' ku ji me re dibêjin, hewl didin kuştinê rewa bikin."

Li gundê Mişrif ê navçeya Licê ya Amedê, leşkerên Tirk avêtibûn ser gund û 3 gundî birîndar kiribûn. Di serdegirtinê de Celal Yildirim ê 58 salî, kurê wî Bedran Yildirim û welatiyê bi navê Munîr Serîn ê 32 salî birîndar bibûn. Serîn û Bedran Yildirim hîn jî li qereqolê di bin çavan de ne û Celal Yildirim, ku rewşa wî giran e, tedawiya wî dewam dike. Malbata Munîr Serîn behsa wê kêliyê kir.

Hevjîna Serîn Şîlan Serîn ev tişt got: "Dema dengê çekan hat ez derketim derve. Tî yên min gotin hevjînê te birîndar bûye. Dema em derketin derve gule di ser serê me re derbas dibûn. Leşkeran ji me re gotin neyên û sixêf gotin û heqaret li me kirin. Digotin 'em ê we û zarokên we tevde bikujin'. Li gel her tiştî jî em ber bi cihê ku hevjînê min lê birîndar bûye ve çûn. Leşkeran bera nav lingê me didan, heqaret dikirin. Dema em çûn malê me dît ku hevjînê min ji linge xwe birîndar bûye. Me birîna wî girêda û hewl da ku xwîna wî rawestînin. Me ji leşkeran xwest ku gazî ambulansê bikin. Lê belê nehiştin ambulans bê. Min û tî yên min me hevjînê min xist nav betaniyekê û me xwest em wî bibin gund. Leşker hatin cem me. Dijûnên gelek pîs ji me re gotin û heqaretên giran kirin. Leşkeran bi pihînan li hevjînê min ê birîndar xistin. Bi lingan pê li serê wî û cihê wî yê birîndar kirin. Li ber çavê me êşkence li hevjîne min kirin. Her wiha leşkeran li tiyê min jî xistin. Paşê hemû kesên hatin ber malê; jin, zarok, extiyar birin koncala ber malê û wan serdevkî dirêj kirin." 

GULE BERA JINA DUCANÎ DAN 

Serîn anî ziman ku leşkeran tim berê çekê dida wa, heqaretên giran li wan dikirin û wiha got: "Berê çekê didan me û digotin 'Hûn hemû dijmin in, terorist û hevkar in'. Leşker çek spart devê hevjînê min û got ez niha dikarim te li vir bikujim'. Hevjînê min got ew sivîl in, ew ji bo avdaniya erdê xwe çûye wir. Lê belê leşkeran bi israr digot 'tu terorîst î'. Li ber mala jinbira hevjînê min Vesîle Yildirim a ducanî li hevjînê min dan. Dayika 3 zarokan Vesîleya ducanî bi wî halê xwe hevjînê min kişand û hewl da wî têxe hundir. Ew anî hundir. Heke li wir bihiştana wê ew bikuştina. Leşkeran jinbira hevjînê min Vesîleya ducanî gulebaran kirin. Hîn jî li ser dîwêr şopên guleyan hene. Heke gule di dîwar re derbas bibûna dibe ku li zarokên ku li hundir raketibûn biketanan."

LEŞKER: SAX BÛ Û MIN JÎ STÛYÊ WÎ ŞIKAND

Serîn destnîşan kir ku leşkerên ku kesekî bi cilê sivîl kuştibû cenazeyê wî bi erdê ve kaşkirin û anî cihê ku ew lê bûn û got: "Kesekî cilên sivîl li ser bû, nizanim kî ye. Cenazeyê ev kesê ku kuştî anîn gel hevjînê min. Leşkeran ji hevjînê min re gotin; 'Tu vî nas dikî?'. Hevjînê min jî got, nas nakim. Yek ji fermandarê li ser serê min rawestiyayî, cenaze nîşanî yek ji leşkerên ku anî kir got; 'binêre dijî yan ne?' Leşker jî got; 'Dijiya, min jî stûyê wî şikand, mir' bersiv da. Heke em wê demê ne li cem hevjînê xwe bûna wê ew jî bi heman awayî bikuştiba. Bi saya xwedê em netirsiyan çûn cem hevjînê xwe. Mirovên bê guneh tên kuştin. Me ev ji bo wan got. Me ji bo wan gotin; 'Hûn gelên bê guneh dikujin'. Leşkeran jî gotin; 'Tu li ku dixwazî biçe gilî bike, serokwezîr kî ye, serokkomar kî ye, kî guhê xwe dide wan? Em serbixwe tevdigerin'. Bi hinceta parastina gel li vir gule li sivîlan direşînin. Madem hûn guh nadin wan, wan nas nakin çi karê we li vir heye?" 

'BI GOTINA HEVKAR DIXWAZIN KUŞTINÊ REWA BIKIN'

Serîn nerazîbûn nîşanî gotina 'hevkar' a ji bo hevjînê wê tê gotin da û wiha pêde çû: "Hevjînê min ne hevkar e, ji ber ku tenê Kurd e, weke 'hevkar' dixwazin bidin nîşandan. Em hemû Kurd in û di çavê wan de jî em hemû hevkar in. Hevjînê min kesekî li nava baxçeyê xwe kar dike ye. Dixwazin hevjînê min weke 'hevkar' bidin nîşandan û kuştin wî meşrû bike. Ez ji hevjînê xwe agahî nagirim. Li nexweşxaneyê ye, li qereqolê ye nizanim. Ji jiyana wî bi fikar im. Tî yên min parêzer girtine, lê hê jî rê nedane parêzer jî bibînin. Hevjînê min ji vir bi saxî birine, lê nizanim wê li wir bikujin an na?"

'EM DITIRSIN, VA NE DÎN E Û NE ÎMAN E'

Dayika Munîr Serîn ê dama ji baxçe vedigeriya di encama gule reşandina leşkeran de ji lingê xwe birîndar bibû jî diyar kir ku debara wan li ser tÛtinê ye, destnîşan kir ku piştî ku dema kurê wê hate birîndarkirin û şûnde xwestiye biçe cihê bûyerê lê leşkeran gule reşandine û rê nedane biçe. Dayika Serîn got: "Tevî bi findê me îşaret dan wan jî, bi sedan gule li ser me raşandin. Xwedê em parast. Me ji bo leşkeran gotin; 'Em kesên bê guneh û li ser karê xwe ne. Em gel in, me çi li we kiriye'. Van ne dîn e ne jî îman e. Rê neda ku ez biçim kurê xwe yê birîndar bibînim. Eger zarokên min zûtir xwe negihandiba kurê min wê leşkeran ew jî bikuştiba. Ti gunehê kurê min nîne. Min ti agahî ji kurê xwe nîne. Ez nizanim li ku ye."

Dayika Serîn destnîşan kir ku sala 1990'î gundê wan hate şewitandin û tenê bi ew cilên li ser ve rizgar bûye. Dayika Serîn wiha anî ziman: "Me ruhê xwe bi zorê xilas kir. Her tiştê me hate şewitandin. Niha tiştên ku em dijîn ne ji yên salên 90’î cuda ne. Niha heman zilmê hê zêdetir dikin. Em ditirsin. Em nikarin biçin bax û baxçeyên xwe. Ne wijdan û ne jî rehma van heye. Ne dîn e û ne jî îman e. Em ji wan ditirsin. Ne diyare bê ka wê çi bikin."

'DIA BIKIN KU LI GEL WE ZAROK HEYE…'

Jinbira Munîr Serîn Erdem Serîn bi bîr xist ku li ser bihîstina dengê çekan destê çar zarokên xwe girt û ber bi cihê ku tî yê wî lê hatî gulekirin ve beziya û got: "Ji her alî ve gule dihatin. Ez ditirsiyam ku zarokan li mal bihêlim ji ber wê min zarok da gel xwe. Zarokên min digiriyan. Dema ku ez gihiştim gel tî yê xwe , li erdê di nava xwînê de bû. Leşkeran gotin; 'Dia bikin ku li gel we zarok hene. Ew nebûna min ê li vir gule li we tevan reşandiba. Em hemû li cihekî çal kom kirin. Li ser serê me gule direşandin ji bo me bitirsînin."

Serîn destnîşan kir ku tî yê wê tevî ku birîndar jî bû, leşkeran li wî xistin. Serîn diyar kir ku her çendî gotinên ku ew kesên hûn lê dixin sîvîl e jî, êşkence li tî yê wê dixistin. Serîn da xuyakirin ku tî yê wî nêzî 4 saetan li benda ambûlansê ma, lê bi ti awayî ambûlans nehat, diyar kir ku tî yê wê gelek xwîn jê çû, di saetên şevê de rakirin nexweşxaneyê heta vê gavê ti agahî jê negirtine.