Bi dehan 'Pêşmergeyên Rojava' teslîm bûn
Di şerê ji ber êrîşa PDK'ê li Şengalê derketî de, bi dehan çekdarên PDK'ê hatin kuştin. Hat ragihandin, bi dehan çekdarên bi navê 'pêşmergeyên rojava' jî xwe radestî hêzên YBŞ/YJŞ'ê kirine.
Di şerê ji ber êrîşa PDK'ê li Şengalê derketî de, bi dehan çekdarên PDK'ê hatin kuştin. Hat ragihandin, bi dehan çekdarên bi navê 'pêşmergeyên rojava' jî xwe radestî hêzên YBŞ/YJŞ'ê kirine.
Piştî ku çekdarên PDK'ê danê sibehê hewl dan bi zorê bikevin qadên YBŞ/YJŞ'ê yên li herêma Xanesor û Sinûnê yên Şengalê, şer derket.
Di vî şerî de, ku ji ber êrîşa çekdarên PDK'ê rû da, li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin bi dehan çekdarên PDK'ê hatine kuştin.
Beriya niha bi çend kêliyan, bi dehan ji çekdarên PDK'ê xwe radestî hêzên YBŞ/YJŞ, Asayîşa Êzidxanê kirin. Van çekdaran diyar kirin ew naxwazin şerê birakujî bikin û bikevin xefika PDK'ê.
Niha bêdengî heye. Lê alozî berdewam dike.