Bi berdêla meaş li ber avahiya HDP’ê dest bi rûniştinê kiribû

Rûken Canbey a ku li pêşiya avahiya HDP’ê ya Amedê tevlî çalakiya rûniştinê bûbû jê re hate gotin “Tu gelekî xebitî, niha dora malbatên din e” û ew ji karê wê yê li şaredariya bajarê mezin derxistin

Rûken Canbey a li Amedê dijî, di sala 2019’an de li ber avahiya HDP’ê ya bajêr tevlê çalakiyên dagirkirinê yên ji aliyê AKP’ê ve hat organîzekirin bû. Canbey di demeke kin de berdêla xwe wergirt û li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji aliyê qeyûm ve hat wezîfedarkirin.

Canbey ku bi qasî 3 salan tevlî van çalakiyên dagirkirinê bû, di heman demê de ji şaredariyê jî meaş digirt, 2 hefte berê ji aliyê Serokê Giştî yê AKP'ê Mehmet Şerîf Aydin ve hat vexwendin; ji Canbey re got, "Tu ewqasî xebitî bes e, nobeta malbatên din e" û ew ji kar avêt.

Lê belê Serokê Giştî yê AKP'ê M.Şerîf Aydin hin malbatên li ber avahiya HDP'ê rûdiniştin û xizmên wan jî li şaredariya qeyûm xist kar. Li ser vê yekê daxwazên Canbey a ku çû serdana qeyûm kir û rewş vegot, nehat qebûlkirin.

Canbey siwarê otobusên şaredariyê dibe û diçe ku derê, tiştên ku Serokê rêxistina AKP'ê ya bajêr M.Şerîf Aydin aniye serê wê vedibêje û hevokên biçûkxistinê bi kar tîne. Hat hînbûn ku Aydin bi telefonê carekê Canbey hişyar kiriye, lê Canbey jî heman bertek nîşan daye.

CAREKE DIN DERKET HOLÊ KU YAN JI BO PERE YAN JI BO KAR BÛYE

Canbey ku ji sala 2019’an û vir ve tevlî çalakiyên dagirkirinê dibe û bi xwendina daxuyaniyên çapemeniyê pêşengiya gelek çalakiyan kir, îdia kir ku birayê wî yê bi nexweşiya şekirê xwînê (losemî) ye ber bi çiya ve hatiye revandin û ji sedî 70 astengdar e. Bertekên Canbey a ku timî pankarta bi nivîsa “Partiya dijminê gel” di destê xwe de hildigirt, piştî ji kar hat avêtin nîşan da, careke din îspat kir ku malbatên navborî ji aliyê AKP'ê ve di berdêla kar û pereyan de anîne wir.

Derketibû holê kesên ku dixwestin li ber avahiya Navenda Giştî ya HDP'ê rûnin, wêneyê wan bi Serokê Giştî yê AKP'ê Nûman Kûrtûlmûş heye.