'Bi bandora Rêbertî tevlî nava partiyê bûm'

Gerîlayê HPG'ê Hîwa Sine got, felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser wekhevî û demokrasiyê ava bûye û destnîşan kir ku sedema herî mezin a tevlîbûna wî li nava partiyê, Rêbertî bû.

Gerîlayê HPG'ê Hîwa Sine destnîşan kir ku Şoreşa Azadiyê naşibe şoreşên destpêkê û diyar kir ku yekane rêya azadiyê tevlîbûna li nava refên azadiyê ye. Hîwa Sine qala lêgerîna xwe ya li azadiyê kir û got, "Dijmin timî êrişî ciwanên Kurd dike. Ciwanan bi darve dike, dike ku madeyan bi kar bînin. Ji bo bersivê bidim van êrişan ketim nava lêgerînê. Piştre min navê rêxistinekê bihîst ku li her çar parçeyên Kurdistanê li ber zilmê radibe, bersivê dide û şer dike. Bi vî rengî min PKK nas kir."

Sine qala pêvajoya komploya navneteweyî û bêhêvîtiya hingî kir û got, "Dema ku Rêbertî hate girtin, fikrekî wiha kete aqlê me; Rêbertî hate girtin, şoreş jî qediya. Lê belê me fêhm kir ku şoreşa ji aliyê rêbertî ve hate avakirin, naşibe şoreşên beriya xwe. Ji her devera Kurdistanê tevlîbûna civakî li nava şoreşa Rêbertî çêbû. Ev şoreşa ku dijmin hewl dide ji holê rake, xwedî îdeolojiyeke xurt e. Îdeolojiyeke wiha xurt ji bo me cihê kêfxweşî û hêviyê ye. Bi saya vê yekê baweriya me bi şoreşê zêde bû û min ev şoreş ji bo xwe weke çareseriyekê dît."

Gerîla Hîwa Sine herî dawî destnîşan kir ku faktorê herî mezin ê ku kir ku tevlî nava refên partiyê bibe, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû û got, "Felsefeya ku Rêbertî pêşkêşî me kiriye li ser wekhevî û demokrasiyê ava bûye."