Bexdayê "qedexeya firînê' ya ji bo Başûr, sê mehên din dirêj kir

Hikumeta Iraqê ya Federal, dema qedexeya seferên navneteweyî yê balafiran ên ji bo Başûrê Kurdistanê sê mehên din dirêj kir.

Rayedarekî payebilind ê balafirgeha Hewlêrê daxuyanî da Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) û got, qedexeya li ser seferên balafiran ên navbera Herêma Kurdistanê û welatên din de hatiye dirêjkirin.

Ev biryara qedexekirinê ku li ser balafirgehên Hewlêr û Silêmanî hate ferzkirin, ji ber referandûma meha Îlonê hatibû dayin. Piştî referandûmê ku Bexdayê li derveyî qanûnan îlan kiribû, Kerkûk jî di nav de herêmên Kurdan ên weke 'herêmên cihê nîqaşê' dihatin binavkirin, bêyî li ber xwe bê dayin radestî hêzên Iraqê hatibûn kirin.