Bexda û Hewlêr têkildarî mijara balafirgehan li ser 6 bendan li hev kirin
Hewlêr û Bexda, li ser mijara balafirgehên li Başûrê Kurdistanê li ser 6 bendan li hev kirin.
Hewlêr û Bexda, li ser mijara balafirgehên li Başûrê Kurdistanê li ser 6 bendan li hev kirin.
Civîna heyeta hikûmeta Iraqê ya di bin Serokatiya Sekrekterê Giştî yê Desteya Wezîrên Iraqê û berpirsê ofîsa Heyder Ebadî de û heyeta Herêma Kurdistanê ya di bin serokatiya Wezîrê Hundirîn ê Herêma Kurdistanê Kerîm Sincarî ya li Hewlêrê vê êvarê di saet 18:00'an de bi dawî bû.
Piştî civînê daxuyaniya hevbeş hate dayîn. Li gorî daxuyaniyê di hevdîtinê de li ser mijara asayîş , sînor, balafirgeh, gumrik, deriyên sînor, bendav û petrolê guftûgo hatine kirin.
Li gorî daxuyaniyê, Hewlêr û Bexdayê têkilarî mijara balafirgehên Herêma Kurdistanê li ser 6 bendan li hev kirine.
Bendên ku Bexda û Hewlêr li ser li hev kirine wiha ne:
1 - Balafirgeha Hewlêr û Silêmaniyê pabend di bin bi Yasaya Desthilata Balafirvaniya Sivîl a Iraqê ya hejmar 148 a sala 1974'an û hemû rênîşandanên ku ji desthilata balafirvaniyê ve tên dayîn.
2 - Cêbecêkirina razîbûnên desthilata balafirvaniyê ji bo rûniştin û rabûna balafiran ji balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê, rênedan bi danîn û rabûna ti balafirekê li balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê, bêyî razîbûna desthilata balafirvaniyê.
3 - Nûnerên beşên Veguhastina Asmanî, Asayiş û Silametiya Balafirvaniyê yên ser bi desthilata balafirvaniyê bi awayekê berdewam wê li herdu balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê bin.
4 - Rêveberiya balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê sîstema kirê ya balafirvaniya sivîl a hejmar 5 a sala 2008'an pêk tîne û mehane desthilata balafirvaniyê ji hesabên kirêya danîna balafiran û baca geştyaran agahdar dikin.
5 - Civîna mehane bi pêşengtiya Desthilata Balafirvaniyê j bo hemû rêveberên balafirgehan tê lidaxistin, bi armanca peywendî û çareserkirina pirsgirêkan.
6 - Wê ji bo Balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê koordînatoreke ser bi bi desthilata balafirvaniya Iraqê ji bo çêkirina peywendiyên hêsan hebe.