Beştaş: Divê em li her cihî balê bikişînin ser darbekariya AKP'ê

Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku HDP bi gel re têkoşîna xwe didomîne û got, "Divê her kes li her cihî balê bikişîne ser darbekariya AKP'ê."

Di 4'ê Hezîranê de Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê wekîltiya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê Leyla Guven û parlamenterê HDP'ê Musa Farisiogullari û parlamenterê CHP'ê Enîs Berberoglu xistin. Berberoglû piştî 24 saetan bi biryara “destûra malê” hat berdan. Leyla Guven û Mûsa Farisogûllarî yên berê jî bi salan di girtîgehan de mabûn jî girtin. Guven ku ji ber 6 sal û 3 meh cezayê wê yê ji Doza Sereke ya KCK'ê ji hêla Dadgeha Bilind ve hatibû pesendkirin parlementeriya wê hatibû betalkirin û piştî parlementeriya wê hatibû betalkirin hatibû girtin. Lê belê ji ber ku Guven ji cezayê lê hatibû birîn 4 sal û 8 mehan di girtîgehê de mabû, ji bo mehek cezayê xwe yê mayî serlêdan kiribû ku di çaçroveya berdana kontrolkirî de bê hesibandin. Lê belê serlêdana Guvenê hatibû redkirin. Li ser vê parêzerên Guvenê xwestin mehek cezayê wê yê mayî li ser dosyeyeke wê ya din ku hê pê tê darizandin bê hesibandin û ji bo vê serlêdan kirin. Parêzeran hefteya borî serlêdan kiribû û dadgehê di 9’ê Hezîranê de qebûl kir û biryar da ku Guven bê berdan. 

'EV DARBE NÛ NÎNE'

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, der barê mijarê de axivî û anî ziman ku ev darbeyeke ku nû dest pê kiriye nîne û got: “Di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de partiya me nehişt AKP bi tena serê xwe bibe hikûmet. Ev darbe jî weke dewama darbeya 4’ê Mijdara 2016’an e ya Hevserokên Giştî yên HDP jî di nav de gelek parlamenterên HDP’ê bi operasyoneke nîvê şevê hatin binçavkirin. Divê her kes li her cihî vê bêje, avahiyeke hikûmeta darbekar li pêşberî me heye. Çima? Ji ber ti zemîneke hiqûqî, siyasî û etîk a van pêkanînan nîne.” 

'ARMANCA WAN EW E KU HDP'Ê LAWAZ BIKIN'

Beştaş bilêv kir ku diviyabû hevala me Leyla Guven nehatiba binçavkirin û wiha axivî: “Dîsa hevalê me yê parlamenter Musa Farisogullari wer bi lez û bez mîna dixwestin nîşan bidin ku tu dibêjî qey ji hinek tiştan direve hat binçavkirin. Em vê qet qebûl nakin. Bila vê ji bîr nekin, çi qasî li me dixin, ev qasî zeîf dibin û em ew qasî xurt dibin. Niha li hemberî partiya me ji çar aliyan ve êrîşek hatiye destpêkirin. Ev hemû di çarçoveya wê darbeyê de ne. Armanc dikin, HDP’ê lawaz bikin, têkiliya wê ya bi civakê, muxalefetê, hêzên demokrasiyê re qut bikin. Ji ber ji niha ve hêza HDP’ê ya pêşerojê dibînin û hewldana wan jî astengkirina vê ye.”

'EM GEL IN'

Beştaş destnîşan kir ku bila vê ji bîr nekin, HDP naşibe partiyên din û wiha dom kir: “ Bi rastî em gel in, di nav gel de ne û bi gel re em vê têkoşînê dimeşînin. Di ti demeke dîrokê de jî nehatiye dîtin ku gel têk çûne. Dibe ku dem dem rastî astengiyan hatibe, lawaz bûbe, lê di encam de gel û fikra gel bi serdikeve. Helbet mirov vê jî li ser zêde dike bi feyde ye. Pirsa, weke HDP em hêza xwe ji ku derê digirin, pir tê pirsîn. Em vê dikarin bêjin, em mafdar in û ji bo dozeke mafdar em vê xebatê dimeşînin. Dema em dibêjin, ‘Ji Kurdan re azadî, ji Tirkiyeyê re demokrasî. Divê hemû mafên gelê Kurd ên weke hemwelatiyên wekhev bên qebûlkirin’ em ji nuqteyeke pir mafdar dimeşin.”

'BI FAŞÎZMÊ RE LIHEVKIRIN NABE'

Beştaş got ku mirov nikare bi darbeyan û faşîzmê re lihevkirinan bike û wiha pê de çû: “ Helbet em jî pêre nakevin nav lihevkirinê. Li hemberî wê ti carî siyaseta me ya teslîmbûnê çênebû. Li hemberî wê em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Biryardariya me ya di vê mijarê de pêş dikeve. Jixwe bernameya me ya têkoşîna demokratîk a sê mehan heye. Me meha wê ya yekemîn xist pratîkê. Ev du roj in em li qadê ne. Dîsa meşa me ya demokrasiyê ya 15’ê Hezîranê wê dest pê bike. Her wiha piştî wê hevdîtina li Enqereyê û bi hemû beşên civakê re em ê vê têkoşînê bimeşînin. Di bernameya me de ya timî em destpêkê digirin dest ew heye, bi gel re pêkve em vê siyaseta demokratîk û mercên çareseriyê ava bikin. Niha di bin rejîma yek zilamî de zext li ser Tirkiyeyê tê kirin. Di aliyê ekonomîk, siyasî, çandî û di her qada jiyanê de pêleke tundûtûjiyê heye. Li hemberî vê tundûtijiyê em ê hewl bidin, gotinê, siyasetê, daxwazên demokratîk bi bandor bikin.” 

'DIVÊ TI KES NEYÊ LÎSTIKÊ'

Beşta derbirî ku îhtîmeleke mezin vîrusa Koronayê tesîrê li HDP’ê nake, vîrûsa mezin û metirsiyê dixe nava gel de desthilatdarî bi xwe ye.  (!).  Betaş, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Me di rûniştina pakêta înfazê de jî pir behsa vê kir. Ev mijareke ku mirov tenê dikare ji aciziyê pê bikene. Cudakarî li her qada jiyanê heye. Li vir jî heye. Armanca van a ji vê ew e ku muxalefetê û alîgiran ji hevdu cuda bikin. Ev lîstik e û divê kesek neyê vê lîstikê.”