Besê: Rêya jiyana bi hev re, azadiya Ocalan e

Besê diyar kir, ku tekane rêya jiyana bi hev re û aramiyê, azadiya Ocalan û destnîşan kir, ku divê demildest tecrîda giran rabe û Ocalan azad bibe.

Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Zahîde Besê, ji ber salvegera 19. a komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, ji ANF'ê re axivî û bal kişand ser tecrîda girankirî.

Besê da zanîn ku komplogeran di kesayetiya Ocalan de xwestin daxwaza azadiyê ya gelên Kurdistanê bifetisînin û got, "Ligel ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike jî mirov dikare bêje komploya navneteweyî hatiye pûçkirin. Rêzdar Ocalan bi raman û têkoşîna xwe komploger pûç kir û cihê xwe di nava dilê gelên Rojhilat Navîn de girt. Du xalên girîng li Rojhilata Navîn hene. Ya yekemîn, paşde neçûna gelê Kurd û ya duyemîn jî şerkirina li dijî çeteyên hovane ye. Gelê Kurd bi têkoşîn û berxwedana xwe komploger pûç kir û bû aktorê siyaseta Rojhilata Navîn. Destpê komplogeran xwestin di Sûriyeyê de Kurdan bifetisînin û gelan dîl bigirin. Lê belê gelê Kurd li Rojava bi pêşketin û daxwaza xwe ya azadiyê, hêza xwe ya têkoşînê nîşan da. Ji niha û pê ve jî, em ê bi vê berxwedana mezin, tecrîdê bişikînin."

'SEDEMA QEYRANÊ TECRÎD E'

Besê bal kişand ser israra di tecrîdê de û got, "Ev israr, ne fêhmkirina guherîn û veguherÎnê ye. Pêşîgirtina li daxwazên azadiya gelan e û di heman demê de nexwendina dîrokê ye. Sedema sereke ya qeyrana aborî û siyasî ya li Rojhilata Navîn tecrîda girankirî ya li ser Ocalan e. Dixwazin bi tecrîdê pêşî li daxwaz û mafên gelan ên azadiyê bigirin." Besê diyar kir, ku tekane rêya jiyana bi hev re û aramiyê, azadiya Ocalan û destnîşan kir, ku divê demildest tecrîda giranî rabe û Ocalan azad bibe.

'AZADIYA OCALAN AZADIYA JINÊ YE'

Besê da xuyakirin ku dema tecrîda li ser Ocalan giran dibe, qirkirina li ser jinê jî zêde dibe û wiha axaftina xwe domand: "Azadiyê jinê û azadiya civakê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re girêdayî ye. Bi ramanên Ocalan jinên Kurdistan û Tirkiyeyê bûn aktorên siyaseta Rojhilata Navîn. Bi tecrîdê dixwazin pêşiya jinan bigirin û ramanên wan bifetisînin. Çiqas tecrîd giran bibe ewqasî êrîşî jinê dikin. Hovîtiyeke mezin li jinan tê kirin. Tekane kesê pêşî li vê hovîtiyê bigire, rêzdar Ocalan e. Bi ramanên Ocalan jinan li her qadên jiyanê xwe pêş xistin û saziyên xwe ava kirin. Desthilatdar ji vê hêza jinê ya azadiyê tirsiyan û tecrîda li ser Ocalan giran kirin. Tecrîda li ser Ocalan û tundiya li ser jinê bi hev re kûr bû. Ji bo ramanên azad ên jinê, em ê bi têkoşîna jinê tecrîdê bişikînin û ramanên xwe azad bikin."

'DIVÊ CPT BÊALÎBÛNA XWE EŞKERE BIKE'

Besê di dewama axaftina xwe de nerazîbûn nîşanî helwesta Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) da û ev tişt got: "Beriya 7-8 mehan CPT çû Îmraliyê û vegeriya. Lê heta niha der barê ziyareta xwe de rapor eşkere nekiriye. Beriya niha me dizanî ku CPT xebatên xwe der barê astengkirina êşkenceyê de didomîne, lê belê 18 sal e li Îmraliyê tecrîd û êşkence heye û CPT bêdeng e. Divê destpêkê CPT bêalîbûna xwe eşkere bike. Li Îmraliyê hemû mafên jiyanê hatine binpêkirin, lê hê jî bêdeng e û raporên xwe yên der barê Îmraliyê de parve nake. CPT baş dizane wateya Ocalan ji bo gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn çi ye. Divê CPT li gorî peywîra xwe tevbigere û demildest biçe Îmraliyê. Xebat û helwesta CPT a demên dawî tê wateya ne bê alî ye. Rewşa rêzdar Ocalan ji bo gelên Kurdistanê û Rohilata Navîn girîng e û divê gel ji tenduristiya Ocalan bê agahdarkirin."

'GEL RÛYÊ REŞ Û SIPÎ QEBÛL NAKE'

Besê di dawiya axaftina xwe de got ku dema AKP di siyasetê de dixitime tecrîda li ser Ocalan giran dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "AKP tecrîda li Îmraliyê ji bo xwe kiriye weke pergalekê. Tecrîda li ser Ocalan xeteriyek herî mezin li ser gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Hişmendiya baviksalarî ya AKP'ê hemû rêyên siyaseta Tirkiyeyê xitimandiye. Li Rojhilata Navîn û li seranserê cîhanê di aliyê siyasetê de Tirkiye bê rûmetiyek mezin dijî. AKP xwest li ser xeyalên kevneşopî pergaleke nû ava bike. Êdî ne dema hişmendiya baviksalarî ya AKP û MHP'ê ye, êdî gel diqîre û azadiya xwe dixwaze. Qeyrana li Tirkiyeyê heye bandora xwe li ser Rojhilata Navîn jî dike. Dixwazin bi du partiyan siyaseta Tirkiyeyê bimeşinin û eger ev wiha bidome, wê ev bibe dawiya siyaseta li Tirkiykeyê. Êdî gel rûyê reş û sipî qebûl nake, gel êdî rengê xwe dixwaze."