Besê Erzîncan: Wê jin pêvajoyê diyar bikin

Li ser navê Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan ji krîza pergala hegemonîk a global mudaxeleyên bi rêxistin, plansazî û armanc a jinan wê karibe pêvajoyê diyar bike.

Li ser navê Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan diyar kir ku têkoşîna jinan wê tevî têkoşînên demokrasî, ekolojî, kedkar, çepgir û sosyalîst bibe yek pêşengtiyê ji têkoşîna azadî û demokrasiyê re bike û got “Divê em têkoşîna xwe bikin yek. Divê em yekîtiya hêzan ava bikin.”

‘TECRÎDA LI SER RÊBERTIYA ME’

Erzîncan derbarê şewata li Îmraliyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ye got ku “Tê zanîn ku kitekiteke herî biçûk a li girava Îmraliyê di bin kontrola dewletê de ye. Ev rewş peyama plansaziya qirkirin, qetlîm û îmhakirinê ya li ser Rêbertiya me, gelê me û jinan e. Jixwe êrîşa herî mezin a li azadiya jinan ev e ku dîlgirtina Rêbertiya me ya li Girava Îmrali ye û ragirtina wî ya di pergala êşkence û tecrîdeke mezin de ye. Rêbertiya me xwe şiband Prometheûs û xwest qala vê rewşê bike.”

Erzîncan qala pêşengtî û rola Ocalan a di têkoşîna azadiyê ya jinan kir û got, “Rêbertiya me beriya her tiştî di şexsê de taybetiyên mêrserwerî kuşt û modeleke nû ya mêrên azad afirand. Modela mêrbûna pergala modernîzma kapîtalîst serûbin kir. Li derveyî pergala mêrserwer a pênc hezar salan modeleke jiyan û têkiliyê ava kir. Awayê ‘hezkirina’ ku ked, fikr û bedena jinê desteser dike, yanî çanda tecawizê red kir. Rêbaz û pîvana mêrbûna azad di şexsê de şênber kir. Bi azadbûna jinan re civak azad dibe. Ev model di şexsê xwe de li ba hemû jin, Kurd û bindestan ava kir. Pergala hegemonîk a mêran li hemberî vî tiştî gelekî hêrs e. Di şexsê Rêbertiya me de şênber dike. Wekî mînak lêpirsînên Rêbertî li ser saziya zewacê, têkiliyên jin û mêran, di van waran de geşedanên gelekî xurt ava kir. Evîn, hezkirin û lêgerîna jiyana azad a Rêbertiya me, rê li ber artêşa jinan, partiya jinan, jineolojî, YPJ, pergala hevserokatî û temsîlîyeta wekhev vekir. Heta ku teoriyên hevjiyana azad, îdeolojiya rizgariya jinan, teoriya veqetînê û berdana heta hetayê neyê fêmkirin, heqîqeta Rêbertiya me jî nayê fêmkirin. Ez bang li hemû jinan dikin ku bêtir xwedî li xeta azadiyê û felsefeya jiyana azad a Rêbertiya me derkevin. Tevgera jinan a li Bakurê Kurdistanê tecrube û danheveke wê ya mezin heye. Bi awayekî rêxistinbûyî divê pêşengtiya pêvajoyê were kirin. Çalakiyên 8’ê Adarê divê bi têkoşîna azadbûna Rêbertiya me bibe yek.

DIVÊ TÊKOŞÎNA JINÊN KURD WERE FÊMKIRIN

Heta têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd neyê fêmkirin, li gorî min wê jinên Tirkiyeyê jî nikarin bi pêş ve biçin. Bêguman gelek tişt hene ku em jî hîn bibin û em hîn dibin. Jinên Rojhilata Navîn zû û bi lez ji hev hînî tiştan dibin û yekîtiya jinan ava dikin. Jixwe têkoşîna azadiyê ya jinan di nav civakê de berfireh dibe. Beşeke girîng a mêran jî hewldana wan a azadbûnê tê dîtin. Refên têkoşîna azadiyê ya jinan berfireh dibe. Têkoşîna jinan wê tevî têkoşînên demokrasî, ekolojî, kedkar, çepgir û sosyalîst bibe yek pêşengtiyê ji têkoşîna azadî û demokrasiyê re bike. Divê em têkoşîna xwe bikin yek. Divê em yekîtiya hêzan ava bikin.”

ARTÊŞA JINAN A GERÎLATIYÊ

Erzîncan qala gerîlatî û artêşa jinan kir û got, “Jin di dîrokê de her dem hatin qelskirin û bûn kole. Di têkoşîna azadiyê ya Kurdan de jin di nav artêşa jinan de cih girtin û pergala xwe ya xweser û hêzên xwe yên biryarê ava kirin. Bi vî awayî di warê parastia xwe, jin û welat de rola xwe ya stratejîk bi cih tînin.

Dema mirov bala xwe bidiyê jinên tevlî nav artêşên netewe-dewletan dibin li vê derê dibin wekî mêran. Ne pêkan e ku jin di nav artêşa mêran de kesayetî û jinbûna xwe biparêze. Artêşên netewe-dewletê nijadperest û zayenperest e. Bi çanda tecawizê re teşe girtine.

Ji ber vê jî gerîlatiya jinên Kurd û artêşa wan gelekî dîrokî ye. Li hemberî pergala pênc hezar salan a mêran serhildanek e. Li Kurdistanê bi tevlêbûna jinan a nav gerîlatiyê hemû sixtekariyên pergala mêran hate fêmkirin. Gerîlayên jin di warê nîşandana heqîqeta jinan a dîrokî rola wan gelekî li pêş e. Bi nasname, rêxistinbûn û îradeya xwe bi tarzeke demokratîk û azadîxwaz tevlî gerîlayan dibe. Di dîrokê de fermandarên gerîlayan ên herî mezin di nav refên me de ne. Jinên Kurd pêşengtiyê dikin. Fermandariyê ji yekîneyên mêran re jî dikin. Gerîlayên jin ên Kurd çavkaniya serbilindî û hêzê ya gelê Kurd, jin û gelên Rojhilata Navîn e. Helwesta gerîlayên jin bi kesayetî û jiyana xwe, navenda hilberandina jiyana azad e.”

TÊKOŞÎNA JINÊN TIRKIYEYÊ

Erzîncan derbarê têkoşîna jinên Tirkiyeyê jî got ku “Beriya komarê li derdora Stenbolê rêxistin, cemiyet û partiyên jinan hene. Lê piştî avabûna komarê gelek komeleyên jinan hatin girtin. Jinên Tirkiyeyê di warê avakirin û derxistina ked, hewldan û hêza xwe qels in. Tecrube û têkoşîneke girîng a jinên Tirkiyeyê heye. Têkoşîna azadiyê ya jinên Tirkiyeyê têkoşîna me ye jî. Li Tirkiye û Kurdistanê têkoşîneke azadiyê ya jinan heye. Li Tirkiyeyê bi slogana ‘Wê jinek ji me jî kêm nebe’ heye û jinên Kurd jî pêngava ‘Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser pêyan’ dabûn destpêkirin. Berxwedana têkoşîna jinên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ya ki dijî rejîma faşîst wê qedera civaka Tirkiyeyê diyar bike. Wê tu hêz nikaribe pêşiya jinan bigire, yên ku ber bi azadiyê ve dimeşin.

'YPJ'Ê RIZGARKARIYA JINÊ DIKE'

Erzîncan got helwest û pergala jinê ya li Rojava fikareke mezin li ser pergala modernîteya kapîtalîst çêdike, mêraniya hegemonîk naxwaze ku jin azad bibe, ji rewşa mal û milkbûnê derkeve û naxwaze ku li ser hîmê wekheviyê tevlî nav jiyana civakî bibe û ji ber vê sedemê jî ji berxwdaniya YPJ'ê aciz e. Erzîncan got, ''Çavneberariyê li azadiya jinê dike. YPJ'ê kodên jiyana serweriya nêr- koledariya jinê ku mêraniya hegemonîk ava kiriye parçe kiriye. Rizgarkariya mirovahiyê şervanên jin ên bi pêşengiya jinê kirin.''

'MODÊLA NÛ YA JIYANÊ AVA DIKE'

Erzîncan bi berdewamî got, ''Hevseroktiya ku xwe dispêrê xweparastinê ya li Rojava bi pergala temsîliyeta wehe û perala jinê ya demokratîk, konfederalîzma jinê pêk tîne. Modeleke nû ya jiyanê ava dike. Şoreşa jinê ya Rojava bi vê helwesta xwe ya biwate û berxwedana xwe bi mîsogerî wê bi ser bikeve.''

'YEKÎTIYEKE MEZIN A JINÊ Û HEZKIRINA JINÊ LI BAŞÛR ÇÊDIBE'

Derbarê tevgera jinê ya li Başûr Erzîncan got, ''Ramanên xwe yên siyasî, îdeolojiyên xwe çi dibin bila bibin em dibêjin ku yekîtiyeke mezin a jinê û hezkirina jinê geş dibe. Nêzîkatiyên mêraniya serwer a klasîk ku jinê di nav malê de asê dikin, ji siyaset û jiyana civakî dûr dixin, cih nadinê û wan kêm dibînin qebûl nakin. Ev geşedanên pir girîng in. Têkoşîna azadiya jinê ya li Başûrê Kurdistanê ber bi têkoşîneke zêdetir rêxistinî û hevpar ve gavan davêje.''

Derbarê têkoşîna jinê ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî Erzîncan got, ''Li gel hemû zext û zordariyan û girtinan jî geşedaên girîng hene. Berxwedan geş dibe. Jin dixwazin ji xwe re bin û biryarên xwe ew bidin.''

Erzîncan got: ''Jinên Şengaê piştî fermanê di rojên kuştin û komkujiyan de xwerêveberiyên xwe, meclîsên xwe ava kirin û li gel dijwariyên mezin jî ji nû ve xwe çêkirin. Jinên Şengalê bîrewer dibin, rêxistinî dibin, xwe didin ber xweparastinê û geş dibin. Ev geşedan wê zêdetir bibe.''

'AZADIYA RÊBERTÎ ROJEVA ME YA SEREKE YE'

Li ser têkoşîna jinê ya sala 2020'an jî Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan got, ''Ji ber ku îdîaya me, baweriya me, biryardariya me zêde ye ku em têkoşîna azadiyê sala 2020'an geş bikin, dixwazim diyar bikim ku em hêvîdar in. Dibe ku zehmetiyên me, êşên me hebin, lê îdîamaya me ya serkeftinê, tecrûbe û derfetên me jî zêe ne. Zemîna wê ye ku têkoşîna azadiyê ya jinê ya serkeftî were rêvebirin. Em vê zemînê, bi têkoîn, berxwedan, çalakî û rêxistiniya xwe zêdetir em dikarin geş bikin. Li dijî faşîzma dewletî ya Tirk jixwe wê berxwedan hebe. Azadî û xwedîderketinya li Rêbertî rojeva me ya sereke ye.''

'AZADÎ PÊŞÎ DI HIŞMENDIYÊ DE PÊK TÊ'

Erzîncan got bi mebesta ku ku rengê ramanê û hişmendî li derdora azadiya jinê geş bibe, xebatên perwerdehî, konferans, semîner û platformên azad ên nîqaşê girîng in û got, ''Azadî pêşî bi hişmendî û ramanê pêk tê, em bi vê dizanin.''

'XEBATÊN YEKÎTIYA NETEWÎ WÊ BIDOMIN'

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan herî dawî got: ''Xebatên ji bo yekîtiya netewî ya jinê îsal jî wê bidomin. Jinên Kurd, li ser mijara yekîtiya netewî û kongreyê wê dîsa bi rola pêşeng rabin.

Em ê hemû xebatên xwe yên jinan, konfederalîzma demokratîk gav bi gav geş bikin. Konfederalîzma demokratîk a jinê, ne tenê modêla rêxistiniyê ye. Amûrên afirandina felsefeya jiyana azad a jinê ye. Divê em li ser hîmê felsefeya azadiyê hûr bibin, tercîhên xwe yên li ser jiyanê geş bikin, piştre jî ji bo afirandina jiyana nû sazî û rêxistiniya vê ava bikin.''