‘Beriya DYE diviyabû ku biryara derxistina leşkerên Tirk û Îranê bihatiba girtin'

Nivîskar, çavdêrê siyasî û rewşenbîrê bajarê Kerkûkê Latîf Fatîh Ferenc derbarê biryara parlemena Iraqê ya ji bo derxistina hêzên biyanî ya li Iraqê axivî û got: “Berya Emerîkayê dibiya bû ku biryara derxistina leşkerên Tirk û Îranê bihatiba girtin.”

Di 5’ê Çileya 2020’an de Meclîsa Nûnerên Iraqê bi tevlîbûna fraksiyona Kurdistaniyan û beşek ji fraksiyona Sûniyan, biryara derxistina hêzên biyanî ya ji axa Iraqê hatibû erêkirin.

Piştî hedef kirina çend baregihên Heşdî Şebî û kuştina Fermandarê Sipayên Quds a Îranê Qasim Silêmanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşdî Şebî Ebu Mehdî Muhendis ya ji aliyê Emerîkayê ve biryara derxistina hêzên biyanî hatibû girtin.

Piştî wê bûyerê aliyên Şîa ji bo dawîlêanîna lihevkirina ewlekariya di navbera Iraq û Emerîkayê bi rêya yasayî û parlemena Iraqê ketin nava hewldanan.

Nivîskar, çavdêrê siyasî û rewşenbîrê bajarê Kerkûkê Latîf Fatîh Ferec derbarê biryara Parlemena Iraqê ya ji bo derxistina hêzên biyanî ji axa Iraqê, ji ANF’ê re ragihand: “Ew biryara ji bo derxistina hêzên biyanî ya li Parlemena Iraqê hatî girtin, ne biryara parlemana Iraqê ye biryara aliyên Şîayan e. Armanca vê biryarê ne derxistina hemû hêzên biyaniyan ya li Iraqê ye, belku armanca vê biryarê derxistina hêzên Emerîkayê ya ji Iraqê ye. Bi awayekî qanûnî ev biryar piştî wan êrîşên Emerîkayê yên li ser baregehên Heşdî Şebî hat û di wan êrîşan de Qasim Silêmanî û Ebu Mehdî Muhendis kirin hedef.”

 ‘BAREGEHÊN LEŞKERÎ YÊN ÎRAN Û TIRKIYEYÊ BI VEKIRÎ LI IRAQÊ ÇALAKIYAN DIKIN’

Fatîh Ferac derbarê hêza Parlemena Iraqê ya derxistina hêzên biyanî ya li Iraqê got: “Parlemena Iraqê cesareta wê nîne heta ku bikare biryara derxistina hemû hêzên biyanî ji Iraqê bide. Ji ber ku ne tenê baregehên Emerîka li Iraqê hene, lê baregehên gelek welatan li Iraqê hene. Li Iraqê hebûna hêzên Tirkiye û Îranê hene û bi vekirî çalakiyan jî dikin. Berya Emerîkayê dibiya bû ku biryara derxistina leşkerên Tirk û Îranê bihatiba girtin."

Her wiha Ferac dibêje: “Destpêkê divê hêzên Tirkiye û Îranê ji Iraqê der bixin û piştre qala derxistina hêzên Emerîka bikin. Ji ber ku wan gelek zerer li Iraq û civaka Iraqê kirine. Hebûna Tirkiye û Îranê ya li Iraqê tenê rewşa Iraqê xirab dike.”

 ‘JI BO BI HEV RE JIYANÊ DIVÊ TIRKIYE Û ÎRAN JI IRAQÊ DERBIKEVIN’

Ferec bi domdarî got:: “Divê ew welatên ku li ser çend welatan belavbûne jî bê derxistin. Divê Parlemena Iraqê jî fikra çareserkirina pirsgirêkên netewe û pêkhateyên Iraqê bikin ku çawan Kurd, Tirkmen, Ereb, Şîa û Sûne bihevre bijîn. Her wiha ji bo bihevre jiyankirinê divê Parlemena Iraqê destpêkê artêşa Tirk û Îranê ji Iraqê derbêxin.”

 ‘PARLEMENTOYA KURDISTANÊ NEWÊRE BI HEVOKEKÊ JÎ TIRKIYE ŞERMEZAR BIKE’

Di heman demê de Ferac derbarê Parlemena Kurdistanê de jî got: “Baweriya min bi Parlemena Kurdistanê nayê ku bikare hêzên Tirkiyê û Îranê ji axa Başûrê Kurdistanê derbêxe. Ji ber ku ewqas ne bi cesaretin. Têkiliyên hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Tirkiyê weke têkiliyên bav û kur e. Parlemena Kurdistanê nikare bi hevokekî jî wan êrîşên Tirkiyê şermezar bike.

Li Başûrê Kurdistanê Tirkiye li Silêmaniyê, Qendîl û Xakûrkê, Kurdan qetil dike, lê Parlemena Hikûmeta Herêma Kurdistanê newêre wan êrîşên Tirkiyê şermezar bike.”