Berxwedêrê Sûrê, lêgerînerê rastiyê: Fermandar Çiyager

Hevrêyên Çiyager Hêvî qala fermandarê efsanewî yê berxwedana Sûrê kirin û gotin, ew şopdarê Hallaci Mansûr e.

Çiyager Hêvî, di sala 2004'an de tevlî nava refên PKK'ê dibe. Fermandarê efsanewî yê Sûrê ye, ku di 28'ê Mijdara 2015'an de dest pê kir û heta 15'ê Adara 2016'an dewam kir. Bi 60 berxwedêran re li dijî sêyemîn artêşa herî mezin a cîhanê, li dijî artêşa Tirk cihê xwe di nava berxwedana bajêr a dîrokî de girt. Van berxwedêran, kadroyên psipor ên artêşa Tirk JOH (Tevgera Taybet a Jendermeyan ) û POH (Tevgera Taybet a Polîsan) li Sûrê têkb irin. Hevrêyên fermandar Hêvî, ji ANF'ê re qala wî kirin.

'FEDAYÎTÎ, DI PÊVAJOYÊN ZEHMET DE AVÊTINA GAVA HERÎ XURT E'

Cîhat Turkan bi nasnav Çiyager Hêvî, di sala 1982'an de li gundê Derîcê yê navçeya Heskîf a Êlihê ji malbateke welatparêz ji dayik bû. Dema sê-çar salî bû, malbata wî koçî Edeneyê kir. Çiyager Hêvî ji bo bibe alîkar ji malbata xwe re, di gelek karî de xebitî û di heman demê de xwendina xwe dewam kir.

Fermandarê YPS'ê Çiyager Hêvî, li Zanîngeha Dîcleyê Beşa Matematîkê xwend. Di van salên xwendinê de bi rengekî aktîf tevlî nava têkoşînê bû. Di sala 2004'an de berê xwe da çiyê, nava refên azadiyê. Di sala 2011'an de ji bo Bakurê Kurdistanê hat wezîfedarkirin.

Di sala 2013'an de, li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan raporek ji rêxistinê re nivîsand û destnîşan kir, ku mîna her hevalekî xwe, ew jî dixwaze ji pêvajoyê re bibe bersiv û di vî warî de sozê dide.

Çiyager Hêvî, jiyaneke bê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti carî qebûl nake û li ser vê bingehê beşdarî berxwedana mezin a Sûrê dibe, ku ev berxwedan cihê xwe di dîroka berxwedanê ya Kurdistanê de digire.

ÇIYAGER HÊVÎ: ENCAM ÇI DIBE BILA BIBE WÊ BÊHEMPA BE

Hêvî, di sala 2011'an de berî biçe Amedê di hevpeyvîneke xwe de wiha digot: "Di rojê pêş de ez ê biçim Amedê. Armanca min a sereke ew e, ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî, xwe bi xurtî tevlî bikim. Ez ê bi hemû hêza xwe tevlî bibim. Rêbertî timî vê dibêje: 'Kûrbûna mejî ya mirovan çiqasî zêde bibe, berê mirovan hîn bêhtir dizîvire azadiyê. Mirovên xwe kûr dikin, mirovên herî azad in.

Lewma Rêbertî mirovê herî azad e. Kêm mirov hene mîna Rêbertî. Rêbertî şexsê herî azad e. Ev yek di ruh û manewiyatê de bi vî rengî ye. Em dixwazin ji aliyê fîzîkî ve Rêbertî azad bikin. Baweriya min a bi vê yekê bêdawî ye. Ez bi vî ruh û bawerî diçim Amedê. Ji bo azadiya Rêbertî diçim Amedê û ez ê li gorî vê tevlî bibim. Ya din jî, dilsoziya min a bi şehîdan re ye. Hewldana min a herî mezin wê ji bo layiqbûna ji hevalên şehîd re be."

Pêşengê berxwedana 105 rojan Çiyager Hêvî, bi gotina, 'encam çi dibe bila bibe wê bêhempa be' hê di rojên destpêkê de encama berxwedanê diyar dike. Çiyager Hêvî, li dijî Waliyê Tirk ê li Amedê û Midûrê Emniyetê yê Tirk ku hatin serdana Minareya Çar Ling çalakî pêk anî û di vî şerî de jiyana xwe ji dest da.

'HEVRÊ ÇIYAGER MÎNA NAVÊ XWE DERWÊŞÊ ÇIYÊ BÛ, ÇIYAGER BÛ'

Gerîlaya YJA Starê Hêjar Zozan da xuyakirin, ku Çiyager Hêvî mirovekî bi fêhmkirinê dijiya bû û got, "Belê dîrokê ew leheng ji bîr nekir, ji bîr nake, wê ji bîr neke. Mîna jiyana wan a destanî, navê wan jî wê li zarokên nû ji dayik bûne, li şervanan bê kirin û her bijîn. Ya rast, hin karakter li navê wan tê. Yek ji van jî heval Çiyager e. Mîna navê xwe derwêşê çiyê, çiyager bû. Ev yek jî nîşan dide ku Çiyager bi jiyana derwêşî û fêhmkirinê ava bû, bi avabûnê re azad bû."

'DI BERXWEDANA SÛRÊ YA DÎROKÎ DE BÛ LEHENGÊ SERDEMÊ'

Hêjar Zozan da xuyakirin, ku Çiyager Hêvî di nava jiyanê de gelekî bi coş bû û got, "Hê di destpêkê de min fêhm kiribû ku hevalê Çiyager wê gelekî serketî be. Di nava jiyanê de mîna avê bû, timî diherikî. Taybetmendiya wî ya herî balkêş ew bû, gelekî bi hesasî dixebitî. Xebatek bêyî wî nedibû. Hem bi xwe dikir, hem jî dema hinekî dikir, ew dibû alîkar. Digot, ku divê mirov di nava jiyanê de fedayî be. Her karê ku dikir, bi fedayîtiyê dikir."

Zozan destnîşan kir, ku Çiyager Hêvî bi lehengiya xwe ya li nava berxwedana Sûrê bû fermandarê serdemê û got, "Çawa ku bi berxwedana Sûrê re bû sembol, bi sekna xwe ya li nava jiyanê jî sembol bû. Ew ne tenê fermandarê serdemê bû, di heman demê de şoreşger, milîtan û lehengê serdemê bû."

Gerîla Zozan têkildarî nêzîkatiya Çiyager Hêvî ya li pirsgirêka jinê anî ziman, ku Çiyager Hêvî ev pirsgirêk ne tenê weke pirsgirêka jinê didît, weke pirsgirêka sîstemê didît.

Zozan got, "Têkiliya wî bi jinan re, bi baweriya wî ya ji azadiyê ve girêdayî bû. Jiyana bi jinê re weke cewhereke rastiya fedayîtiyê didît. Digot, 'Ancax bi vî rengî mirov dikarin bi jinê re jiyaneke hevjînê bijîn'."

'LI CIHEKÎ KU HEVRÊTÎ LÊ QELS DIBÛ, NEKARÎ BIJÎ'

Gerîlayeke din ku demeke dirêj bi Çiyager Hêvî re xebitî Zîlan Adar got, "Çiyager gelekî zindî bû. Qet li cihê xwe nikarîbû bisekine. Timî bi mirovan re nîqaş dikir. Gelekî civakî bû. Têkiliyên hevrêtiyê bi rengekî yekbûyî dinirxand. Li cihekî ku hevrêtî lê qels dibû, nedikarî bijî. Wî jî hewl dida li gorî pîvanên hevrêtiyê tevbigere. Yanî mîna stranekê bû ku mirov pê re dixebitî, dijiya û hevrêtî dikir. Hevrê Çiyager, bi jiyana xwe ya beriya şehadetê, cihê xwe di dilan de girtibû. Şûna wî timî dixuya. Bi sekn û karaktera xwe ya li nava jiyanê, diyarker bû."

Adar da xuyakirin, ku bi têkoşîna Sûrê re Çiyager piştî fîşeka destpêkê ya dîroka partiyê, bû rexnedayîna li pêşberî rexneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Şerekî nû, têkoşîneke nû da destpêkirin. Bi vî rengî bû şopdarê fermandar Egîd."

Şervanê YPS'ê Bager Andok jî anî ziman ku wî Çiyager di sala 2011'an de nas kiriye û got, "Gelekî bi coş û moral bû. Nêrînên wî gelekî bandor li min kirin. Qet ji bîra min naçe; roja duyemîn a tevlîbûna min bû. Li rewşa min pirsî. Min jê re got, 'îdare ye'. Hêrs bû û got, 'rewşa te wê baş be, tu yê bike ku baştir be. Min piştre wateya vê gotina hevalê Çiyager fêhm kir."

ŞERVANEKÎ LI SER RÊYA HALLACI MANSÛR

Andok ragihand, rastî li ku bûya Çiyager jî li wir bû û wiha dewam kir: "Ti carî kêmasî qebûl nedikir. Radîkal bû."

Andok diyar kir, Çiyager gelek mînak ji Hallaci Mansûr dida û got, "Digot, 'Hûn ê bibin mîna Hallaci Mansûr. Dema ku çermê wî jî hat rakirin, wî dest ji rastiya xwe berneda. Gotina wî ya dawî jî 'En-el Hak, yanî rastî ez im' bû. Dest ji şopandina rastiyê bernedin. Ti carî ji rastiyan tawîzê nedin. Her tişt di nava rastiyê de veşartî ye. Tişta ku hûn weke armancê datînin pêşiya xwe, hemû di nava rastiyê de ne'. Heval Çiyager parêzvan, şervanê rastiyê bû. Li ser vê bingehê têdikoşiya."

Şervanê YPS'ê Ferman Amed jî anî ziman, ku di berxwedana Farqînê de bi Hêvî re bû û got, "Dema ji bo tevlî berxwedana Sûrê bibe çû, hemû heval rehet bûn. Digotin, 'Çiyager li Sûrê be, temam e'. Gel û hevalan heta dawiyê ji Çiyager bawer dikir. Li Sûrê efsaneyek hat nivîsandin." Amed destnîşan kir, ku ew ê xwedî li bîranîna wan derkevin û bibin şopdarên doza wan.