Berxwedana zindanan li Amedê hate silavkirin

Rêxistina HDP'ê ya Amedê û rêxistinên civakî yên sivîl ên li bajêr, berxwedana li zindanan a li dijî tecrîdê silav kirin.

Rêxistina HDP'ê ya Amedê û rêxistinên civakî yên sivîl ên li bajêr ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya li zindanan a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolûyê daxuyaniyek dan. Polîsên rejîma Tirk dor li girseya gel girtin.

Cîgirê Hevserokên HDP'ê yê Amedê Îrfan Soner daxuyanî da û diyar kir ku salên dawî li girtîgehan binpêkirina mafên mirovan gihîştiye asteke bilind, li hemberî girtiyan kiryarên li dijî mirovahiyê tên kirin.

Soner anî ziman ku ew xwedî li greva birçîbûnê ya li zindanan derdikevin ku li dijî zext û zordariyê, li dijî polîtîkaya tecrîdê tê meşandin.

Soner destnîşan kir ku bi dawîkirina terîdê wê pêşî li aştî, çareserî û aramiyê veke û got, "Em bi navê HDP û rêxistinên civakî yên sivîl dibêjin ku daxwaza girtiyên siyasî daxwaza me ye."