'Berxwedana zindanan a niha û ya dema 12'ê Îlonê weke hev in'

Endamê Komîteya Navndî ya PKK'ê Cemal Şerîk diyar kir, girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê bi hişmendî û berpirsyariya girtiyên serdema 12'ê Îlonê tevdigerin û berxwedana heyî jî nîşaneya vê yekê ye.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cela Şerîk, ku ji sala 1981'ê heta 1996'an li girtîgehên Tirkiyeyê dîlgirtî ma, aliyên dişibin hev ên berxwedana dema 12'ê Îlonê û ya niha nirxand.

Şerîk diyar kir, şert û mercên serdema 12'ê Îlonê yên vê demê ji aliyê cewherî ve yek in û got, "Ji hev ne cuda ne. Ji aliyê şeklî ve hinekî cudahiyên xwe hene. Lê belê nêzîkatiya generalên cûntayê yên serdema 12'ê Îlonê û nêzîkatiya yên niha li civakê, weke hev e. Dewama hev in."

Şerîk bi bîr xist, hewl tê dayin dînamîkên berxwedanê bên qelskirin, ya jî pêşî li wan bê girtin û got, "Mîna dema 12'ê Îlonê. Zext û zordarî hebû, lê belê pêşengên ku dikarîbûn wê wextê gel bixin nava liv û tevgerê hatibûn girtin. Îro jî heman tişt hatiye kirin. Zindan hatine dagirtin."

WELAT BI XWE KIRINE ZINDAN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Cemal Şerîk anî ziman, ku welat bi temamî bûye zindanek û wiha dewam kir: "Di dema 12'ê Îlonê de dîwar li ser sînorê Kurdistan û Sûriyeyê tine bû. Niha ew jî heye. Aliyekî Tirkiyeyê êdî bi dîwaran girtî ye. Welat bi rastî jî bûye zindan. Li nava sînorên vî welatî mirov mîna zindaniyan dijîn."

Şerîk ragihand, şoreşger, demokrat bi giranî hatine zindanîkirin û got, di rewşeke wiha de wezîfeya bingehîn dîsa dikeve ser milê girtiyan.

ZINDANÎ NEÇAR IN ÎRO JÎ LI BER XWE BIDIN

Şerîk li ser erk û berpirsyariya zindaniyan jî got, "Wê li ber xwe bidin. Wê li dijî polîtîkayên faşîzma AKP-MHP'ê li ber xwe bidin. Wê li dijî wan, nêrînên şoreşger, demokratîk, sosyalîst, azadîparêz biparêzin. Bi berxwedana xwe wê nehêlin ku faşîzm bandorê li civakê bike. Wê bi hişmendî û berpirsyariya girtiyên şoreşger ên piştî darbeya 12'ê Îlona 1980'î hatin girtin, tevbigerin.

Berxwedana niha ya li zindanan tê wateya vê rastiyê. Hêza herî dînamîk, herî berxwedêr a civakê hatiye zindanîkirin û berxwedan jî li dijî vê teslîmgirtinê ye."

RÊBER APO 20 SAL IN LI BER XWE DIDE

Cemal Şerîk diyar kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîlgirtiyeke ku îradeya gelan temsîl dike û got, "Polîtîkaya li dijî Rêber Apo tê meşandin, di heman demê de polîtîkaya li ser civakên Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê, hedefa bingehîn Rêber Apo ye. Ne tiştekî din e. Rêber Apo ne şexsek e, ew rêberek e ku îradeya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê temsîl dike. Lewma tecrîd lê tê ferzkirin. Lewma dixwazin têkiliya wî bi her kesî re bibirin. Ji ber vê yekê, di bingeha berxwedana heyî ya zindanan de rabûna li ber tecrîdkirina Rêber Apo heye. Berxwedana ku îro li zindanan tê kirin, divê em di şexsê Rêber Apo de weke temsîla têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bibînin. Îro jî Rêber Apo bi rengekî mezin li ber xwe dide. Berxwedana wî ya bêhempa 20 sal in didome. Niha girtiyên PKK, PAJK, MLKP'yî li dijî esareta Rêber Apo li ber xwe didin."

DIVÊ KES LI BENDA ENCAMA GREVÊ NEMÎNE, HER KES NIHA BIKEVE NAVA LIV Û TEVGERÊ

Cemal Şerîk işaret bi grevên birçîbûnê kir ku gihaştine asta krîtîk û got, "Çi ji destê kê tê divê bike. Divê kes nebêje, 'em li bendê bimînin bê çi encam ji grevên birçîbûnê derkeve'. Girîng e ji niha ve her kes bikeve nava liv û tevgerê.

Divê kes raneweste, xwe bêdeng neke. Pêwîstî niha bi çi hebe divê wê bike. Li dijî faşîzma AKP-MHP'ê bi her awayî divê têkoşîn bê kirin. Yê ku karibe rahêje kevir bila rahêjê, yê ku karibe nivîsan li ser dîwêr binivîsînin bila wê bikin, bi kîjan rê û rêbazê derb li rejîmê were xistin, divê ew were kirin. Çi bi rêxistinî, çi bi şexsî. Ji bilî vê yekê tiştekî bê kirin nîne."

ŞIKANDINA TECRÎDÊ WÊ TÊKOŞÎNA AZADIYÊ XURTIR BIKE

Şerîk diyar kir, divê civak li dora vê berxwedanê li hev bicive û li gelemperiya Kurdistan û Tirkiyeyê veguherîne berxwedaneke xurt.

Şerîk got, "Ya ku divê were kirin hilweşandina zindanan e. Di civîna dawî ya Komîteya Navendî ya PKK'ê de hate gotin, 'Em tecrîdê bikişînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin'. Berxwedana li zindanan wê mezintir bibe. Wê li gelemperiya Kurdistan û Tirkiyeyê deng vede. Wê tenê li zindanan nemîne. Ev têkoşîn wê teqez bi ser bikeve. Şikandina tecrîda li Îmraliyê wê faşîzma AKP-MHP'ê qels bike, wê têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê xurtir bike."