‘Berxwedana xwerêveberiyê dijmin asê kir’

Ji bo salvegera 3’yan a damezirîna YPS’ê şervanên ku di berxwedaniya xwerêveberiyê de cih girtibûn ji ajansa me re axivîn.

Ji bo salevgera 3’yan a damezirîna YPS’ê şervanên ku di berxwedaniya xwerêveberiyê de cih girtibûn ji ajansa me re axivîn. Şervana diyar kirin ku di Berxwedaniya Xwerêveberiyê de pêşengiya berxwedanê ciwanan û gel dikir û bi berxwdaniya xwe dijmin li bajaran asê kiribûn û dijmin fetisandibûn.

Li hemberî polîtîkayên dewleta Tirk yên îmha û qirkirinê, li gelek bajarên Kurdistanê, di sala 2015’ an de gelê Kurd rêveberiyên xweser ragihandin. Ji bo parastina deverên ku xweserî lê hatiye ragihandin, bi pêşengtiya ciwanan gelê Kurd di 19’ê çile ya 2015’an de rêxistina yêkîneyên parastina Sivîlan, YPS ava kir. Bi pêşengtiya ciwanan li gelek bajarên Kurdistanê; (Sûr, Cizîr, Nisebîn û hwd) li hemberî AKP’ê û çeteyên qesrê berxwedanek mezin çêbû.

Ji bo 3. Salvegera damezirandina YPS’ê şervanên ku di berxwedaniya bajaran de cih girtibûn ji ajansa me re axivîn.

‘DAYIK Û CIWANAN TAX DIPARASTIN’

Gerîlayê HPG’ê Demhat Kiçî ku di berxwedaniya Cizîrê de cih girtibû, di destpêka axaftinên xwe de Şehîdên berxwedaniya Cizîrê û berxwedaniya bajaran bi bîr anî û got; “Di şerê destpêkê de yê li Cizîrê qewimî dijmin bin keft. Lehengiyeke mezin çêbû. Di şexsê dayîk û ciwanan de berxwedaneke pir mezin pêk hat. Çanda berxwdêriya Kurd bi şerê Cizîrê re xwe bêhtir da pêş. Demekê dayik û ciwanan tax parastin û nehiştin ku dijmin bikeve nav taxan. Li ser wê bingehê jî xwerêveberî hate ragihandin. Dijmin jî xwe li hemberî vê yekê negirt û êrîş kir. Di wî şerî de zarok, dayîk û mirovên temendirêj jî di nav de nêzî 10 kes şehîd ketîn. Berxwedaniya dayîk û civanan xwe hîn zêdetir dida pêş. Tişta ku min li wê derê dît, dijmin ji gelê Cizîrê pir ditirsiya lewma bi hemû teknîka xwe êrîş anî ser gel. Armanca dijmin ne tenê ew bû ku gel bêdeng bike, bi wî şerî dixwestin di şexsê Cizîrê de berxwedêriya gelê Kurd bişikînin û gel bêdeng bikin. Li gel şerê 9 rojan, yê ku pir dijwar hatî meşadin dijmin dîsa nekarî armanca xwe pêk bîne. Kesê ku gel û ciwan rêxistin dikir hevalên Mehmet TUNÇ û Asya YUKSEL bû. hem di milê rêxistinkirina jinan, hem jî rêxistinkirina gel de pêşengtiyek pir xurt dihat kirin. Demekê dijmin nedikarî bikeve nav taxan. Dema ku dijmin dixwest bikeve hundirê taxan bi berxwedaniyê dihatin pêşwazî kirin û ji taxan dihatin derxistin. Dûvre dijmin, êrîşên pir dijwar pêkanî. Di wan êrîşan de hindek hevalên me şehîd ketin, hindek ji wana ciwan, hindek jî zarok bûn. Berxwedaniya wê derê bi çanda Kurdan ve girêdayî û ahengadar bû”

‘DIJMIN LI DIJÎ ŞERÊ XWERÊVEBERIYÊ TI ENCAM NEGIRT’

Gerîla Demhat Kiçî di dawiya axaftinên xwe de got, ew ê tola şehîdên wê berxwedanê li erdê nahêlin û wiha pêde çû; “Berxwedaniyê bajaran hindek destkeftî jî bi xwe re anîn. Dibe ku ev destkeftî ne ber bi çav bin, dibe ku ev berxwedanî wekî ku sernekeftiye dixuyê. Lê ez di vê baweriyê de me ku demê pêş ev destkeftî wê hîn zêdetir bên dîtin. Hindek hevalên dinê hebûn yên ku di şerê Cizîrê yê duyemîn de şehîd ketine, weke hevalê Adil, hevalê Mehmed Saîd, hevala Bîşeng, hevalê Nûman û hevalê Mehsûm. Wan hevalan jî weke ciwanên gelê Kurd erkên xwe di asta herî jor de pêk anîn û weke pêşengan jî her tim karîger bûn. Li ser van esasan dijmin dixwest çanda berxwedêriyê ya ku li wê derê pêş ketî tune bike. Li hemberî vê yekê ne tenê ciwanan, giştî gelê Cizîra Botan bertek nîşan da. Ev şer tenê bi Cizîrê sînordar nema, li gelek cihan jî şerê xwerêveberiyê çêbû. Dijmin jî bi her awayî, li hemberî ragihandina xwerêberiyê êrîş anî, lê tu encam negirt. Ji bo gel bêdeng bikin êrîşên hovane pêk anî. Şerê ku dihat meşandin hatibû wê astê ku, cîhan jî jê re bêdeng bimîne. Her kesî ji bo berjewendiyên xwe çavê li wan êrîş û komujiyan girt. Em ê li hemberî van polîtîkayan bibin bersivek pir xurt. Em tola şehîdên wê berxwedanê li erdê nahêlin”

‘DIJMIN LI WIR ASÊ BÛBÛ Û DIFETISÎ’

Gerilaya YJA-Star ê Rojbîn Koçer bal kişande ser pêşengiya ciwanênn Kurd û axafinên xwe wiha berdewam kir; “ Ez jî demeke pir kurt di şerê Geverê de mam. Li wê derê berxwedaniyeke pir mezin hat rêvebirin. Bi pêşengiya ciwanan û gel ev şer hate kirin. Her roj dijmin li Geverê têk diçû. Pir tengav bibûn lewma ne dizanî wê çawa êrîşê bi ser ciwanan de bîne. Di wî şerî de Hevala Rojevîn, Îslam, Mizgîn, Viyan û Koçerîn pêşengtiyek pir xurt kirin. Vê yekê şewq dida çapemeniyê jî. Ji rêxistinkirina gel jî ev yek diyar dibû. Li gel windahiyên di nava şer de, hewldanên hevalan yên parastina gel kêm nedibû. Esas armanca me parastina gel bû ji xwe. Me pir girîngî dida vê yekê. Pêşengên van hewldanan jî hevala Rojevîn, hevalê Îslam bû. Dijmin li wir asê bûbû û difetisî. Di sekna heval Rojevîn de jî diyar bû ku xwe bi felsefeya serokatî û xeta jinê xurt kiribû. Sekna hevala Rojevîn ji me re pêşengî kir. Ji bo salvegera 3’yan a Berxwedaniya Xwerêveberiyê hevalên ku di berxwedanên bajaran de şehîd ketine bi bîr tînim”