Berxwedana xelkê Şengalê mehek li pey xwe hişt

Xelkê Şengalê ev bû mehek ku li pêşiya Asayîşa Êzidxanê nobedê digire û xwedî li asayîşa xwe derdikeve.

Nobeda Berxwedanê ku bi dirûşma "Em hemû asayîş in" li pêşiya Navenda Asayîşa Êzidxanê dest pê kir mehek li pey xwe hişt.

Her roj ji herêmên cuda yên Şengalê pêkhateyên herêmê tên binê konê berxwedanê û xwedî li asayîşa xwe derdikevin.

Şengalî bi biryar in ku daxwazên xwe yên ji bo naskirina Asayîşa Êzidxanê û Rêveberiya Xweser a Şengalê bidin qebûlkirin.

Lewma bi biryardarî çalakiya xwe dewam dikin.