Berxwedana Xakurkê -1

Artêşa Tirk roja 14'ê Kanûnê dest bi hewldana dagirkirina herêma Xakurkê ya ser bi bajarê Diyana yê Başûrê Kurdistanê kir û vê hewldana xwe didomîne.

Dewleta Tirk ku bi hejmareke zêde ya leşker û alavên leşkerî li herêmên Geliyê Reş, Geliyê Hecî Beg, Kaniya Reş, Deşta Heyatê û Girê Sîro kete nava liv û tevgerê, bi dagirkirina axa Başûrê Kurdistanê re dixwaze herêmên tampon ava bike û cih li gerîla teng bike.

Ji roja destpêkirina operasyonê ve di navbera hêzên artêşa Tirk û gerîlayên HPG'ê de şer diqewime. Artêşa Tirk ku her roj derbê ji gerîla dixwe, bi balafirên keşfê û şer hewl dide li qadê serwer be. Ev teknîk jî nikare bandorê li liv û tevgera gerîla bike. Çalakiyên gerîla yên li girên Sîro û Koordîne, vê rastiyê bi zelalî radixin pêş çavan.

ARMANCA ARTÊŞA TIRK ÇI YE?

Hêzên gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybetî li Xakurkê, li gorî şer xwe li her qadê bi cih kirine û bi pratîka xwe ya şer nîşan didin ku dagirkerî wê ne hêsan be.

Li herêmên ku şer lê giran e, em agahiyan ji fermandarên gerîla digirin. Xelat Şems işaret bi dema destpêkirina êrîşa artêşa Tirk kir û got, "Ji wan heye ku mehên zivistanê gerîla nikarin xwe bilivînin û ji ber vê yekê nava meha kanûnê dest bi hewldana dagirkeriyê kirin." Şems diyar kir, artêşa dagirker dixwaze zivistanê qereqolên nû çêbike û bi vî rengî xwe mayinde bike. Xelat Şems got, "Dixwazin têkiliya me ya bi Bakur re bibirin û şer derxînin derveyî sînorê xwe."

Fermandar Xelat Şems wiha dewam kir: "Cudahiya vê operasyonê ji operasyonên din ew e, ku hêza leşkerî ya tê hewl dide li derveyî sînor bimîne. Ji bo vê jî çeper û qereqolên nû amade dikin. Her wiha dixwazin hê bêhtir bidin nav û Deşta Hêrtî kontrol bikin. Bi vî rengî dorê li tevahiya Xakurkê bigirin. Divê were zanîn ku ev yek wê ne karekî hêsan be."

PDK BÊDENG E

Li gel vê liv û tevgera leşkerî, delwet Tirk dixwaze tengaviya rêveberiya Başûrê Kurdistanê ji bo xwe bi kar bîne, ku piştî referandûmê li pêşberî hikumeta navendî ya Iraqê qels bûye.

Di vê operasyona dagirkeriyê de gelo rola rêveberiya PDK'ê çi ye? Ji bo parastina berjewendiyên xwe yên biçûk, gelo PDK wê bi rengekî gemarî bi dewleta Tirk re li hev bike? Agahiyên ku em ji herêmê digirin, di vî warî de hêviyê nade mirovan. Çavkaniyekî ji me re ragihand, ku Qeymeqamê Sîdekayê ji yekîneyên operasyonê re dibe alîkar û destnîşan kir ku rîsk heye mîna salên 1992, 95 û 97'an, PDk bi hêzên dagirker ên Tirk re li hev bike.

Piştî bûyerên li Kerkûk û Şengalê qewimîn gelo PDK wê careke din heman şaşitiyê bike? Bi taybetî di demekê de ku gelê Başûr di nava bêkarî û xizaniyê de digevize, daxwaza referandûmê dike û hemû rêxistinên Kurdistanî ji bo yekîtî û kongreya neteweyî bang dike... Tevî vê yekê jî fikar hene ku PDK helwesta xwe ya klasîk a hevkariya bi artêşa Tirk re bidomîne.

ÊRÎŞA LI DIJÎ GEL Û XWEZAYÊ

Rejîma faşîst ku di oxira şerê xwe yê desthilatdariya qirêj de tinekirina gel jî daye pêş çavên xwe, di mijara talankirina xwezayê de jî bi heman helwestê tevdigere. Xelat Şems li ser mijarê wiha dewam dike: "Ji ber hawan û topên obusê şewat li herêmê derdikeve. Her wiha yekîneyên artêşê darên gundiyan dibirin, daristanê talan dikin. Bi vî rengî hem êrîşî gundiyan hem jî xwezayê dikin."

Xelat Şems di dewama axaftina xwe de got, "Heta ku gerîla li van çiya hebe, bila kes netirse û nekeve nava fikaran. Em ê van herêman bi hêsanî ji kesî re nehêlin."

Wê bidome...