'Berxwedana Rêber Apo ya li nava tecrîdê rêya me diyar dike'

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Rêwar Awdanan got, "Îro ew derfetên serketinê hene Eger em li her çar parçeyên Kurdistanê jî berxwedana giştî bikin, wê demê em ê bikaribin tecrîd û îzolasyona li ser Rêber Apo bişkînin."

Endamê Konseya Serokatiya Giştî a KCK’ê Rêwar Awdanan encam û destketiyên 2017’an, di 2017’an de tecrîda girankirî a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her wiha berxwedana  Ocalan a li hember tecrîdê, salvegera komkujiya Roboskî û pêwîstiyên pêkanînên di sala 2018’an ji bernameya Rojeva Welat a Stêrk TV re nirxand.  Awdanan got, "Em di vê hêviyê de ne ku em ê teqez sala 2018'an bikin sala serketinê û bikaribin di asta herî baş de faşîzma  li dijî azadiya gelan têk bibin û serketinek mezin bidest bixin.’ Awdanan got komkujiya Roboskî jî bi plankirî û bi zanebûn pêk hat.

EM Ê SALA 2018’AN LI DIJÎ FAŞÎZMÊ BI SER BIKEVIN

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Rêwar Avdan sala 2018’an ji hemû gelên Mesîhî û gelên azadixwaz re pîroz kir û wiha dest bi nirxandina xwe kir; "Ez di destpêkê li ser navê hemû hevalên xwe hatina sersala 2018’an li Mesihiyên cîhanê û hemû gelên azadixwaz pîroz dikim. Sala 2017’an bi êş û azar derbas bû. Êrîşeke giştî li ser gelê me hebû lê di heman demê de sala 2017’an bi tekoşînek tije derbas bû û di tekoşîna azadiya gelê Kurdistanê de serketinên mezin bixwe re anî. Em di vê hêviyê de ne ku emê teqez sala 2018’an bikin sala serketinê û bikaribin di asta herî baş de faşîzma ku li dijî azadiya gelan e têk bibin û serketinek mezin bidest bixin."

TECRÎD LI SER RÊBER APO BI BERXWEDANIYEKE GIŞTÎ DIBE

Awdanan bal kişande ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pê de çû; "Her wiha di sala 2017’an de me di derbarê Rêber Apo de ti agahiyek nestand. Tecrîd û îzolasyonek hişk liser Rêber Apo tê meşandin. Her wiha berxwedana ku Rêber Apo ji sala 1999’an ve di nav tecrîdeke giran de pêş xistiye, berxwedanek mezin li hember faşîzma Tirkiyê û hêzên komploger pêş xistiye li hember rewşek wiha  rêya me diyar dike. Li hember êrîşek wiha helwestek çawa pêwîst dike, berxwedanek çawa pêwîst dike Rêber Apo bi tekoşîn û berxwedana xwe vnîşan dide. Ev şerê ku li dijî gelê Kurd bi rê ve diçe, êrîşên ku hene, hewldanên dijmin ew e ku ji bo gelê Kurd nikaribe destkeftiyên xwe biparêze êrîşê dibe ser  Rêber Apo . Ji ber ku dizanin heke îro gelê Kurd bikaribin li hember êrîşan xwe biparêzin, li ber xwe bidin, hê zêdetir ji bo azadiyê têbikoşin, ev bi saya Rêber Apo ye."

Rêwar Awdanan rêbaza şikandina Tecrîdê jî wiha nîşan da; "Ji bo vê yekê em ê sala 2018’an bi fikir û ramanên Rêber Apo bikin sala serketinê. Rêber Apo vê ji me dixwaze.  Îro ew derfetên serketinê hene, eger em li her çar parçeyên Kurdistanê jî berxwedana giştî bikin, wê demê em ê bikaribin tecrîd û îzolasyona li ser Rêber Apo bişkînin.  Ji bo vê jî em ê di sala 2018’an de bi fikir û ramanên Rêber Apo, bi tekoşîn û berxwedaniyek mezin sala 2018’an bikin sala serketinê."

DEWLETA TIRK A DAGIRKER JI DESTPÊKÊ VE KOMKUJIYÊ REWA DIBÎNE

Awdanan derbarê komkujiya Roboskî jî, armancê êrîşa bombebarankirinê, hedefa dewleta dagirker a Tirk jî wiha nirxand; "Em di salvgera 6’an a  bombebarankirina 34 sîvîlên Roboskî de, şehîdên Roboskî û şehîdên komkujiyan bi rêzdarî bibîr tînin. Bêguman vê sedsala dawî  her tim qira Kurdan anîne. Dijminên Kurdan, komkujiya li ser  Kurdan rewa dibînin û li ser vê siyaseta xwe dikin. Politikayên ku dewletê dagirker a Tirk dike politikayê li ser esasê komkujiyan e. Damezrandina vê dewletê li ser esasê kuştina Kurdan e. Ev dewleta dagirker ji damezrandina xwe ve gelê Kurd qeloçe kiriye, qira Kurdan aniye. Mînakên wê me li Dersîmê, Mereşê û herî dawî beriya çend salan li Roboskî dît. Eger ev dewleta dagirker a Tirk berxwedanekê li hember xwe nebîne wê ser hemû Kurdan vê qirkirinê bike. Hûn jî dibînin Erdogan her ku diçe pergala ku damezrandiye tundtir bike, komkujî pêk anîn, faşîzm kiriye hiquqî, kiriye tiştek yasayî ev ji bo xwe kiriye mafek."

KOMKUJIYA ROBOSKÎ SÎSTEMAÎK Û PLANKIRÎ BÛ

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK Rêwar Awdanan di dawiya axaftina xwe de got yekane rêya rêlibergirtina komkujiyan bawerîkirina bi hêza xwe ye û wiha domad; "Eger gelê Kurd bixwaze pêşî li van komkujiyan bigirin pêwîstî bi tekoşînek mezin heye. Heta ew hêzên ku dewleta dagirker a Tirk wek dost bibînin bi heman ferasetê wê nêzî gelê Kurd bibin. Her gel dixwaze bi çand, ziman û azadî liser xaka xwe bijî. Ev ne tiştekî mezin e, ev mafekî her mirovekî ye. Ji bo vê jî ew kesên li Roboskî hatin qetilkirin jî kesên kolber in. Dixwestin bi rûmetî bijîn, nexwestin mûxtacê ti kesî bibin û xwe radestî dijmin jî nekirin. Di nav şert û mercên zehmet de ji bo ku nanên xwe derxin, li hember dagirkeriyê teslîm nebin li wir li pey nanên xwe bûn. Ew komkujiyê li wir jî siyasî bû, her cure êrîşên li ser gelê Kurd elbet siyasî ye. Ev komkujî bi zanebûn dikin. Gelek caran jî ev komkujî avêtine ser hinek aliyên din wek agahiyên wan jê nîn e, ev derewên mezin e. Ev  komkujî pir sîstematîk, plankirî û bi zanebûn pêk hatiye. Eger derfet bibînin jî wê li ser hemû Kurdan vê komkujiyê bikin. Yekane rê li hember van komkujiyan jî divê gelê Kurd bi hêzên xwe bawer bikin û xwe biparêzin."