Berxwedana Nasir Yagiz di roja 125'an de ye

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Nasir Yagiz di roja 125’an de didome. Her diçe tenduristiya Yagiz giran dibe. Grevên birçîbûnê yên li Başûrê Kurdistanê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Nasir Yagiz a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 125’ande dewam dike. Her roja diçe rewşa tenduristiyê ya Nasir Yagiz giran dibe nema dikare rabe û tevger bike.

Li aliyê din greva birçîbûnê ya bêdawî-bidorveger a li Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê di roja 125’an de bi koma 62’an didome.

MEXMÛR

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 16’ê Kanûna 2018’an de li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 100’an de didome. Îro çalakiya greva birçîbûnê ji aliyê koma 34’an ve hate dewr girtin.

Li aliyê din greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Fedîle Tok jî di roja 65’an de bi biryardarî dewam dike.

Di merasîma dewrgirtina çalakiyê de bal hate kişandin li ser berxwedana zindanan a Bakurê Kurdistanê û çalakger hatin silav kirin.

SILÊMANÎ

Greva birçîbûnê ya li Komeleya Karkerên Mezopotamya ya Silêmaniyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 102'an ji aliyê koma 52’an ve hate dewr girtin.

LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ PIŞTGIRIYA BI BERXWEDANÊ RE BELAV DIBIN

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ewlehî, tenduristî û azadiya Ocalan, endama Meclîsa Herêma Germiyanê ya Tevgera Azadî Gulebax Celal dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger kir. Greva Celal di roja 8’an de ye.

Herwiha Fatma Ehmed a ji gundê Tatan a navçeya Pênciwên ku nêzî hefteyekê dest bi çalakiyê kiriye, ligel jinên ciwan çalakiya xwe berdewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Herêm Mehmud mehek li pey xwe hişt.

Endazyar Herêm Mehmûd di roja 30’an a çalakiyê de ji Rojnewsê re axivî û got; “Çavên min hinek kêm bûne, laşê min lewaz bûye û lingên min di êşin. Lê tiştek min ji vê xebatê poşman nake û hêz û îradeya min bilinde. Heya tecrîd neyê şikandin ezê çalakiya xwe dewam bikim.”

Mehmûd qala hevdîtina xwe ya bi Leyla Guven re jî kir û got; "Bi Leyla Guven re axivîm. Leyla silavan li hemû xelkê Başûrê Kurdistanê kir. Bi taybet silav ji azadîxwaz û welatparêzên Germiyanê re şand. Leyla ji min re got ku çalakiyên grevên birçîbûnê yên li Başûrê Kurdistanê, cihê şanaziyê ye. Herwiha girêdana xebata Bakur û Başûrê Kurdistanê a li dijî dagirkerî û tecrîdê girîng dît û got ku serkeftin nêzîke.”

‘JI BO SERKETINÊ DENGÊ XWE BIDIN HDP’Ê’

Herêm Mehmûd di dawiyê de got; “Ez jî weke hevala Leyla Guven dibêjim xebata hemû beşên Kurdistanê yeke. Her guhertinek di beşek yê Kurdistanê de çêbibe, berdewama wê li hemû Kurdistanê ye. Ez bang li hemû gelê Bakurê Kurdistanê dikim, herin ser sindoqan û di hilbijartinan de dengê xwe bidin. Ji bo ku gelên bindest û azadîxwaz bi serkevin, dengê xwe bidin HDP’ê.”