'Berxwedana me ya li dijî desteserkirina îradeyê wê dewam bike'

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît ragihand ku berxwedana wan a li dijî desteserkirina îradeyê ya li Colemêrgê wê dewam bike û wê li Stenbolê jî mîtîngeke mezin lidar bixin.

BERXWEDANA LI DIJÎ DESTESERKIRINA ÎRADEYÊ

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û şandeya pê re bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana Şaredariya Geverê kir. Parlamenter Huseyîn Olan û Omer Farûk Hulakî jî li gel Koyîgît di serdanê de amade bûn. Hevşaredarên Geverê Şoreş Dîrî û Şadiye Kirimizigul û encumenan şandeyê pêşwazî kir.

Gulistan Kiliç Koçyîgît di serdanê de axivî û diyar kir ku di serdema ku desthilatdarî ditengije êrişî kurdan dike û got: “Desthilatdarî bi van êrişan dixwaze hemû destkeftiyên gelê kurd tune bike. Tu rewabûna tayînkirina qeyûman nîne. Heke ku em hemû rêxistinên sivîl û partiyên siyasî bibin yek û gel piştevaniya me bike, em ê rê li ber zilmê bigirin. Em ê her li ber qeyûm rabin û li ber xwe bidin. Heta ku qeyûm biçin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heta ku Şaredariya Colemêrgê li gelê Colemêrgê bê vegerandin, wê têkoşîna me bênavber berdewam bike.”

Koçyîgît destnîşan kir ku ew ê li dijî desteserkirina îradeya gel li Stenbolê mitîngek mezin li dar bixin û ew ê di mitîngê de behsa zilma desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bikin û rê nedin desteserkirina îradeya gel û şaredariyên gel. Koçyîgît da zanîn ku ew ê bi van mitîngan bidin nîşandan ku çi dibe bila bibe wê li ber xwe bidin û got: “Têkoşîn û berxwedana gelê Geverê û Colemêrgê her dem ji o gelê kurd bûye mînak û rêber. Çi dibe bila bibe em ê teqez bi ser bikevin. Dîrok wê berxwedêran binivisîne. Dîrok wê berxwedana gelê Gever û Colemêrgê binivisîne. Kesên zilm li xelkê me dikin helbet wê rojek herin ser sergoyan. Bila gumana kesî jê nebe em ê li ber xwe bidin.”