'Berxwedana me wê tecrîdê bişkîne'

Metîn Serhat ku ji bo tecrîd bi dawî bibe di greva birçîbûnê de ye, bi malbata xwe re axivî û got, "Li gel hemû nêzîkatiyan jî wê serketina me geş bibe."

Girtiyên PKK-PAJK'ê ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan were şikandin ji 16'ê Kanûna 2018'an ve di greva birçîbûnê de ne. Metîn Serhat ku li Girtîgeha Nimro 1 a Xarpêtê ya bi Ewlehiya Zêde dimîne û ji 16'ê Kanûnê ve di greva birçîbûnê de bi rêya axaftina telefonê ya bi malbata xwe re peyam şand. Serhat di peyama xwe de bal kişande ser Roja Dayikan û got dayikên girtiyan bi berxwedana li ber girtîgehê îro besivê didine vê.

Serhad di peyama xwe de got: ''Em tim deyndarî dayikan in. Em wan ji destê wan maç dikin û roja dayikan li wan pîroz dikin. Li gel hemû êrîşan jî dayikên me bûne dengên me. Deng dane berxwedana me. Baweriya me ya bi serketinê mezintir kirin. Em bang li ciwanan dikin li berxwedana dayikan xwedî derkevin. Bila li dora dayikan bibin yek. Heke hûn meraqa me dikin moralê me pir baş e. Hûn dizanin ev 6 meh in ku em berxwedaniyeke bêhempa dikin. Li cihê ku berxwedan hebe li wir coşî û moral heye. Bê berxwedan jiyan nabe. Mirov bi berxwedanê xweşik dibe. Weke nemiran jî gotî 'berxwedan jiyan e' wateya jiyanê berxwedan e."

HEVDÎTINA BI PARÊZERAN RE PIŞTÎ 8 SALAN E

Serhat diyar kir ku ew di berxwedaneke dîrokî de ne û domand, "Hêviya me ya serketinê heye. Tişta ji dest me were em ê bikin. Soza me ye, armanca me ye ku bi mirovê azad re werin gel hev. Belê ji hêla fizîkî û bedenê ve dibe ku em bê hal bin û kîloyên me kêm bûbin lê enerjî û biryardariya me bêdawî ye. Heta dawiyê em ê li ber xwe bidin. Em bi xwe bawer in û em ê bi ser bikevin. Em di nav şertên dijwar de li ber xwe didin. Li gel hemû nêzîktêdayinan jî wê serketina me geş bibe. Azadî sedema bûyinê ye. Êdî me xwarin vexwarin ji bîr kiriye. Bi bîra me nayê. Ji ber ku em di nav berxwedanekê de ne.''

Serhat têkilî hevdîtina parêzaran a 2'yê Gulanê ya li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî got, "Piştî 8 salan ev gav hatiye avêtine. Lê bi temamî neşikestiye. Bi berxwedana me ev gav hatiye avêtin. Daxwazên me hê bi cih nehatine. Heta ku daxwazên me bi cih neyên em bi paş ve gavan navêjin. Bila her kes bibîne û bibe şahid ku ti hêz li pêşiya vîna azad nikare raweste. Berxwedana me wê tecrîdê bişkîne. Ev pêvajo bi berdêlên giran bû."