Berxwedana Malbata Şenyaşar di roja 218'an de didome

Malbata Şenyaşar ku ev 218 roj in li ber xwe dide got,''Rastî kengî jî be wê derkeve holê''

Yadê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît, ku ji malbata wan sê kes ji hêla wekîlê AKP'yî Ibrahîm Halîl Yildiz û xizmên wan ve hatin kuştin ji bo 'adalet'ê ev 218 roj in 'Nobeta Adaletê'' digirin. Malbatê îro jî li ber avahiya edliyê ya Rihayê dest bi nobetê kir.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal, hesabên Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Durakoglu û hesabên Desteya Giştî ya Meclîsa Tirk etîket kir û got, ''Li gel vê bêadeletiya li ber edliyê jî, her hilma ku em distînin hêvî tê de heye. Rayedarên li Qesra Edalaetê ya Rihayê nebihîsin jî hin kes dibihîsin. Rastî helbet wê rojekê derkeve holê.''