Berxwedana malbata Şenyaşar di roja 157'an de ye

Berxwedana malbata Şenyaşar di roja 157'an de ye. Dayik Emîne Şenyaşar got, "Ji bilî zilmê, ew bi tiştekî nizanin."

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di heman êrişê de birîndar bû, li ber Edliyeya Rihayê 157 roj in ji bo edaletê nobedê digire.

Emîne Şenyaşar got, "Demeke dirêj e em li vir daxwaze edaletê dikin. Ji malbata min 3 kes kuştin. Kurekî min jî xistin girtîgehê. Yên ku komkujî kirin bi serbestî digerin. Gelo wekîltî ew e ku mirovan li nexweşxaneyê qetil bike? Gelo hatiye dîtin ku li nexweşxaneyê mirov bi fîşekan hatine kuştin? Wekîltî bi vî rengî dibe gelo? Ji bilî zilmê ev bi tiştekî din nizanin. Ez nexweş im, bêhal im. Bila kurê min berdin. Gelo qet rehm û wijdan nîne? Ez bimirim jî bila li vir bimirim."

Bi navê malbatê li ser Twitterê jî ev peyam hate belavkirin: "Li nexweşxaneya dewletê 3 mirov hatin kuştin. 3 sal in dozek nîne. Navê xwe Qesra Edaletê ye, lê li nava qesrê hiqûqa serweran li ser kar e. Bi dayika ku dilê wê şewitî ye em têkoşîna xwe ya ji bo edaletê di roja 157'an de dewam dikin."