Berxwedana malbata Şenyaşar di roja 115’an de ye

Berxwedana edaletê ya ku malbata Şenyaşar li dijî qetlîama AKP’ê dikin di roja 115’an de didome.

Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di roja 115’an de didome. Malbata Şenyaşar di destê sibehê de hatin pêşiya avahiya dadgehê û bi dovîza ‘Dayikek 115 roj in li pêşiya Dadgeha Rihayê nobeta edaletê digire. 2 zarok û hevjînê wê li nexweşxaneyê hate kuştin. Ji ber ku parlementer di nav qetlîamê de heye 3 sal in doz lê nayê vekirin” dest bi nobeta edaletê kirin.

Malbat bi devkî ji gel û parêzerên tên dadgehê re qala têkoşîna xwe dikin. Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wêneyên li Nexweşxaneya Dewletê ya Sirûcê belav kirin a ku Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar lê hatibûn kuştin. Li ser wêne hate nivîsandin “Bavek dema ku çû nexweşxaneyê li rewşa zarokên xwe bipirsin, li nexweşxaneyê hate kuştin. Li nexweşxaneya dewletê qetlîamê bike û piştre li ber alayê wêne bigire.”

Malbatê hesabên Wezareta Tendirustiyê ya Tirk, Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul û Desteya Giştî ya Meclîsê etîket kir û wêne belav kir.

Parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjîn û du kurê Emîne Şenyaşar kuştibûn.