Berxwedana malbata Şenyaşar dewam dike

Berxwedana Malbata Şenyaşar didome. Daxwaza parêzerên malbatê ya yekkirina dosyayên "dikanê" û "nexweşxaneyê" hat qebûlkirin.

Xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrîşê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê Adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 697’an de berdewam kir. Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ji malên xwe yên li navçeya Pirsûsê hatin pêşiya edliyeyê û bi pankarta "Edalet" dest bi nobetê kirin.

Ferît Şenyaşar li Nobeda Edaletê axivî ku pankarta "Malê dewletê heta bi hetayê ji kesî re namîne!" hat vekirin û got, “Tenê daxwaza me darizandineke adilane ye û kesên komkujî pêk anîne bi awayek adîl bên darizandin e. Em dixwazin birayê min ê ku bi neheqî girtî ye bê berdan. Lê rêveberên li vir guh nadin dayika min. Wesayitên fermî li vir parq dikin ku çalakiya me asteng bikin. Lê tevî astengiyan jî em dê çalakiya xwe berdewam bikin.”

BIRYARA YEKKIRINA DOSYAYAN

Geşadaneke nû jî di dosyeya Malbata Şenyaşar de pêk hat. Dosyaya Malbata Şenyaşar ku berê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê weke doza “dikanê” û “nexweşxanê” bi bû dû beşan hatibû veqetandin. 5’êmîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê her du dosya kirin yek. Bi vê yekê re wê êdî darizandin li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê were lidarxistin. Di 17’ê Adarê de wê rûniştin li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê lidarxistin.