Berxwedana malbata Şenyaşar dewam dike

Berxwedana malbata Şenyaşar a ji bo edaletê di roja 231'ê de ye.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an de ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, di roja 231'ê de çalakiya nobeda edaletê dewam dike.

Malbata Şenyaşar serê sibehê li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobedê kir. Li ser hesabê medya dîjîtal a malbata Şenyaşar jî ev peyam hate parvekirin: "Dayikek dilşewat ku hêlîna wê hatiye xerakirin 231 roj in têdikoşe. Li pêşberî vê qîrînê bêdeng nemînin."