Berxwedana li zindanan li Mêrdînê bi çalakiyekê hate silavkirin

Li Mêrdînê berxwedana li zindanan ku li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, hate silavkirin. Dundar a HDP'î diyar kir ku bêdengî wê greva birçîbûnê girantir bike.

Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê, berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî tecrîdê silav kir.

Çalakî li pêşiya avahiya bajêr pêk hat û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên partiyê û Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar tevlî bûn. Di dema daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hiweşînin" hate hildan û dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hate qîrîn.

Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê Salîh Kuday daxuyanî da û wiha got: "Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê 62 rojin didome. Her roj li girtîgehan mafên girtiyan tên binpêkirin. Daxwazên girtiyan ên li dijî tecrîdê daxwazên me ne. Em dixwazin daxwazên girtiyan ên li dijî tecrîdê bên qebûlkirin û tecrîd bi dawî bibe."

Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar jî got: "Binpêkirina mafan a li girtîgehan bi tecrîda li Îmraliyê dest pê kiriye. Girtî li dijî tecrîdê di grevê de ne. Lê desthilatdarî li hemberî daxwazên girtiyan bêdeng e. Tu eleqeya Wezareta Dadê bi dadê tune ye. Em niha muxataban nabînin. Divê hikûmeta AKP'ê bersivê bide daxwazên me û girtiyan. Divê desthilatarî guh bide daxwazên girtiyan. Ji bo li Tirkiyeyê aramî û aştî pêk were divê daxwazên girtiyan bê qebûlkirin û tecrîd bi dawî bibe. Lê aliyên şer masa çareseriyê xera kirin. Ji ber ku dixwazin ranta şer bixwin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê xwest bi rêya şer siyasetê bike û xwe bi rêxistin bike. Ji ber vê yekê mafê Birêz Ocalan ên hiqûqî û zagonî ji destên wî girtin. Dixwazin di aliyê hiqûqî û siyasî de destê Ocalan girê bidin. Bi tecrîdê dixwazin dengê aştiyê qut bikin. Ev desthilatdar her tiştê xwe li ser şer ava dike. Em ê bêtir dengê girtiyan bidin bihîstin. Divê desthilatdariya AKP'ê van daxwazan bibersivîne û gavan bavêje."

Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.