Berxwedana li Gir Zerik dewam dike

Piştî ku artêşa Iraqê hewl da bikeve gundê Gir Zerik, xelkê Şengalê rabû ser piyan. Berxwedana gel dewam dike.

Artêşa Iraqê doh êvarê saet derdora 17:00 hewl da bikeve nava gundê Gir Zerik ê li başûrrojavayê Şengalê. Xelkê Şengalê li ser vê yekê rabû ser piyan.

Li pêşiya artêşa Iraqê ya ku bi çekên giran xwest bikeve nava gund, gel dest bi çalakiya rûniştinê kir. Berxwedana gel dewam dike.

Xelkê Şengalê diyar dike ku wê heta dawiyê xwedî li xaka xwe derkeve û nehêle ku artêşa Iraqê bikeve nava gundê wan.

Şêniyên Şengalê bi tilîliyan û dirûşma "Bijî berxwedana Şengalê" nerazîbûnê nîşanî artêşa Iraqê dide.

Li aliyê din, ji gundên derdorê jî gelek kes hatin Gir Zerik û piştgiriyê dide çalakiya rûniştinê.

ANF | Artêşa Iraqê hewl dide bikeve gundê Gir Zerik ê Şengalê, gel li pêşî bûn asteng (anfkurdi.com)