Artêşa Iraqê hewl dide bikeve gundê Gir Zerik ê Şengalê, gel li pêşî bûn asteng

Artêşa Iraqê xwest ku derbasî gundê Gir Zerik ê Şengalê bibe. Li ser vê yekê şêniyên herêmê derket pêşiya wan û gotin: “Li vir ti pêwîstiyek wisa nîne” û rê li leşkeran girt.

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahiyan dispêre çavkaniyê herêmî,  artêşa Iraqê saet derdora 17.00’an xwest derbasî gundê Gir Zerik ê dikeve başûr-rojavayê Şengalê bibe.

Li ser vê hewldanê, gundî derketin ser rê û pêşî li artêşa Iraqê girtin. Welatiyan ji rayedarên artêşê re diyar kirin ku li herêmê ji xwe hêzên parastinê hene, lewma pêdivî bi hêzek zêdetir nîne.

Li hember vê hewldanê girseya piranî jin û ciwanin li ser rê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Di çalakiyê de dirûşma 'Bijî Berxwedana Şengalê' tê qîrandin

Li aliyê din welatiyên ji gundên derdor jî ji bo piştevaniyê berê xwe dan gundê Gir zerikê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Tirkiye-Iraq û PDK 9’ê Cotmeha 2020’ê li ser Şengalê peymanek îmze kiribû û di vê çarçoveyê de xwestibûn ku bikevin Şengalê.