Berxwedana li Şengalê didome

Çalakiya xelkê Şengalê bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja xwe ya 34’yan berdewam dike.

Çalakiya xelkê Şengalê bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja xwe ya 34’yan berdewam dike. Çalakvan diyar dikin heta daxwazên wan pêk neyên, ew ê dev ji çalakiyên xwe bernedin. Tê payîn TAJÊ bi meşekê tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar bike.

Welatiyên Şengalê di çarçoveya li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de,bi armaca piştgirîdayîna Asayişa Êzidxan, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane.

Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 34’yan de ji aliyê welatî, meclis û saziyên Şengalê ve dewam dike.

Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.

Xelkê Şengalê heya niha gelek caran daxwazên xwe pêşkêşî hikumeta Iraqê kirine, lê heya niha rayederên Iraqê bersivek erênî raber nekirine. Ji bo vê jî xelkê Şengalê diyar dikin heya daxwazên wan pêk neyên ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Tê payîn Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin, di saet 14:00’an de li nehiya Sinûnê li ber Meclîsa Gel heya dewara Mam Zekî bimeşin.