Berxwedana kolber û kesibkaran: Bane 25 roj in li ber xwe dide!

Li hemberî qedexekirina bazirganiya li sînor û kolbertiyê, berxwedana kolber û kesibkaran a li dijî rejîma Îranê dewam dike. Çalakiyên li bajarê Bane ev 25 roj in didomin.

Kolber û kesibkar, mehekê beriya niha li hemberî qedexekirina bazirganiya li ser sînor rabûn li ser piyan. Ev serî hildan û nerazîbûn li bajarê Ciwanro û Bane destpê kiribûn û berbelavî bajarên din jî bibûn. Bajarên weke Merîwan, Seqiz, Serdeşt û Pîranşar jî serî hildan. Çalakiyên ku veguherîn boykot û grevan, bi gef û zextên tund ên rejîmê re rû bi rû man û rejîmê dest bi destgîrkirin û girtinan kir. Li gelek bajaran ji ber zextan çalakî rawestiyan, lê belê li bajarê Bane ev 25 roj in bê navber çalakî didomin û çalakger dibêjin ku heta sozên hatin dayîn neyên pêkanîn wê dest ji çalakiyan bernedin.

Tevî ku rejîma Îranê soza vekirina sînor dabû jî lê hê jî ev sozên xwe pêk neanîne. Lewre kedkarên bajarê Bane yên ku tenê debara xwe bi bazirganiya sînor dikin jî ji qadan venakişin û çalakiyên xwe didomînin. Di her çalakiyê de ev kedkar bi zext û êrîşên rejîmê re rû bi rû dimînin û gelek ji wan tên destgîrkirin.

Kedkarên Bane û gelê bajêr bi gefên îstîxbarata Îranê (Îtlaat) re rû bi rû dimînin. Hêzên rejîmê ji çalakgeran dixwaze ku dawî li çalakiyên xwe bînin. Tevî sozên hatî dayîn jî hema bêje her roj kolberek û kesibkar li ser sînor tê kuştin.