Berxwedana Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê 22 roj in didome
Çalakiya Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê ku li dijî ambargoyê li ber benda kontrolê ya asayîşa PDK'ê dest pê kir di roja 22'an de didome.
Çalakiya Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê ku li dijî ambargoyê li ber benda kontrolê ya asayîşa PDK'ê dest pê kir di roja 22'an de didome.
Piştî çalakiya li Hewlêrê ya 17'ê Tîrmehê ku berpirsyarê MÎT'ê hate kuştin, PDK'ê ambargo danî ser kampa penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) ku 67 roj in didome. Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê jî ji bo bidawîkirina ambargoyê 22 roj in li ber benda kontrolê ya asayîşa PDK'ê çalakiya rûniştinê dikin.
Hêzên asayîşa PDK'ê nahêlin ku kes serdana dayikên aştiyê bikin.