Berxwedana Şengalê kete roja 57'an

Berxwedana gelê Şengalê ya ji bo desteka li Asayîşa Êzîdxanê di roja 57'an de didome.

Şengalî li dijî peymana Bexda û PDK'ê ya li ser Şengalê, bi armaca pişgirîdayîna Asayişa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane.

Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja  57’yan de ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve tê domandin.

Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê diyar dikin.

Hevseroka Meclîsa Dîgorê Edolê Şemo têkildarî gefên serokkomarê  Tirk Recep Tayyîp yên li ser Şengalê axivî û got:” Bi berxwedana destekdayîna Asayîşa Êzidxanê re, Şengal bûye keleha berxwedanê. Egîdên wek Zerdeş, Hemît, Êzidîn û wek gelek şehîdên ku xwîna xwe li ber Şengalê dayîn, di Şengalê de hene. Şengal li hemberî gefên Erdogan wê serî netewîne. Şengal li ser fikir û zihrê Rêber APO hatiye avakirin, bi xwîna Şehîdan hatiye rizgar kirin. Recep Teyîp Erdogan wisa wê bi rehetî nekare bikeve Şengalê.”

Endamê Meclîsa Şengalê Lokman Hisên jî bal kişande ser gefên Erdogan a li ser Şengalê û got, “Gefên dewleta Tirk û hikûmeta Erdogan a li ser Şengalê, ne nûne. Bab û papîrê Erdogan Osymaniyan jî, xwestin ol û çanda Êzidatiyê ji holê rabikin. Lê heta niha gelê me li hemberî vê siyaseta qirkirinê li berxwedaye û yê li hemberî siyaseta faşîzma Erogan jî li berxwe bidin.”