Berxwedan rewa ye, terorîst Soylû bi xwe ye'

Parlamenterê HDP'ê yê Dersimê Alîcan Onlu destnîşan kir ku berxwedana li dijî êrişa li hemberî cenazeyê Aysel Dogan rewa ye û got, "Eger Suleyman Soylû li terorîstekî digere, bila li xwe binihêre."

Rêxistina Dersimê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî êrişa polîsan a li dijî cenazeyê endama Koma Aştiyê Aysel Dogan li avahiya partiyê ya bajêr daxuyaniyek da.

Parlamenterê HDP'ê yê Dersimê Alîcan Onlu li civînê axivî û anî ziman ku êrişa li hemberî cenaze û girseya gel encama provokasyona Wezîrê Karên Hundir ê Tirk û Waliyê Tûnceliyê ye. Alîcan Onlu got, "Wezîrê Karên Hundir nirxên mirovahiyê binpê kir û êrişî mafê cenaze kir. Li Fîlîstînê êrişa Îsraîlê ya li hemberî cenazeyê rojnamevan çi be, faşîzmeke çawa be, êrişa li hemberî cenazeyê Aysel Dogan jî heman faşîzm e."

Alîcan Onlu got, "Bi taybetî piştî êrişên ku polîsan bi gazê, fîşekên plastîk û ço kir, li ser kevirê ku min avê TOMA'yê dixwazin merasîma cenaze krîmînalîze bikin. Kevirê ku min avêt, li dijî êrişa dijminane ya hêzên serwer, xweparastin û sembola berxwedanê ya xweparastina mirovan e."

Onlu têkildarî gotinên Wezîrê Karên Hundir ên li hemberî wî jî got, "Bila wezîrê karên sûc destpêkê hesabê sûcên ku bi xwe kiriye bide. Wezîrê karên sûc Suleyman Soylû bi bazirganên narkotîkê, mafya, sextekar û hemû sûcdaran re wêneyên xwe hene, piştî êrişa walîtî twitek weşand û ji min re got 'terorîst' bi vî rengî kir hedef. Eger li terorîstekî digere, bila li xwe binihêre."