Berxwedan li Zendûra hate nivîsîn

Dem niha li Zendûra tê jiyîn. Şoreş êşên xwe yên welidînê dikişîne. A tê azadî ye, ji ber ku şoreş a niha tê jiyîne.

Desthilata AKP-MHP’ê ji bo hilneweşe ti deverek nema ku neceriband û mêtingeh nekir, hat li Zendûra asê ma…

Dem hatiye. Ji fermandarên berxwedêr ên herî mezin ên PKK’ê Kemal Pîr ê bi berxwedana xwe dijmin dihejad, strana fîtika wê li zindana Amedê lê dida bê gotin. Strana ‘Eşqiya nabin hikûmranê cîhanê’ gerîlayên HPG/YJA Starê yên şervanên Kemal Pîr niha vê stranê li Girê Zendûra ya Metîna bi vîna Apoyî li ber xwe didin, dibêjin.

Dem niha li Zendûra tê jiyîn. Şoreş êşên xwe yên welidînê dikişîne. A tê azadî ye, ji ber ku şoreş a niha tê jiyîne. Yek ji êşên ku carekî din di dîrokê de pêk neyê ye. Navê demê êdî Zendûra ye. Çi dibe bila bibe, niha çi qewimî be bila qewimî be niha li Zendûra û şervanên li Zendûra qedera xwe bi berxwedanê xêzkirin û nivîsandin. Niha bila dîrok bihizire, te li kîjan rûpelî dane û çi binivîse… Bila ev erka herî mezin a dîrokê be ya ji bo şarvanên li ser xaka Mezopotamyayê. Bila ji bo zarokan berxwedana mezin a bê ka çawa li ber zilmê hatiye kirin, vebêje. Dewleta Tirk a ji bo hilweşandina xwe bide sekinandin li ser xaka Kurdistanê Girê Zendûra ya bi hemû heybetiya xwe li ber çav e, bila niha berxwedana gerîlayan a di tûnelên şer de binivîse. Berxwedan û bûyerên li tûnelan dijîn, ne dişibe Vîetnam, ne çiyayê Kuba ye ku 2 hezar leşker bi pêşengtiya Bastîsta, ne Spanya ku li dijî dîktator Franko ya şoreşgerên li dêrê li ber xwe didin, ne Şilî ya ku şoreşger li ber qoziyê hatin înfazkirin. Ev welat cihê bihara gelan a Rojhilata Navîn ji nû ve zîl dide, Kurdistan e.

Ev der Kurdistan e ku dagirker kiriye çar parçe, sirgûn lê heye, fetfayên ku bibin xwediyên jinan, mêr bi zorê kirina kontra, zarok asîmle dike ye. Ev der bi qasî nayê hejmartin, bi balafir, bomberdûman, îsa her kesê jehrî bike, dîsa hemû xwezayê tine bike, her roj gazên kîmyewî tên barandin. Li navîna vî welatî mîna qelaha berxwedanê Grê Zendûra heye. Li Heftanîn dinêre ku hê jî dijmin dixe nava xof û tirsê heye. Li aliyê din Zap heye ku li nava xwezayê li dijmin dinêre. Berxwedanek dîrokî heye ku her kesê matmayî dihêle û dijmin xistiye nava çiravê heye. Gotina gerîlayeke HPG’ê ku rojên borî vegotibû tam mijarê vedibêje û ew gotin jî ev e; ‘Leheng ji bo lehengan, şahidekê nîşan ande, niha Zendûra şahidê hevrêyên me ne.’ Ji 23’yê Nîsanê û vir ve dagirkeran ne bombe, ne çek û gaz nema bikar neanî. Dagirker ji bo bikevin Zendûrayê ti rê û rêbaz, ti taktîk nemaye bikar neînabe.

Desthilata AKP-MHP’ê ya hemû mirovatîbûna xwe winda kir, li welatê xwe bi destê mêran her roj jinan qetil dike, ji bo hilneweşe, ti qad name ku neceriband û mêtingeh nekir, niha hat li Zendûra asê maye. Ji bo vegotina vê destanên lehengiyên yên li tûnelên şer ne pênûs û ne jî hevok têrê dike ku bê nivîsîn. Dibe ji bo vegotina berxwedana gerîla peyvên nû bên hilberandin. Ji bo tiştên nû vegotinên nû li te ferz dike. Ew li dîrokê tê nivîsîn, berxwedana xwe dibe serdemekî pêş. Ev ya tê kirin pêşdîtine. Bi sebrê azadî jiyîne li wî girî, her çendî şoreş çiqas bi êş û zehmet be, niha li wan tunelan heta hucreya xwe ya herî dawî hîskirine. Tevî her tiştî gotina ‘divê bê jiyîn’, jiyînê esas bê girtin.

Gerîlayên li Zendûra niha bûne lehengên welatê Kurdistan û gelê xwe. Ji ber ku rûpelek nû ji dîrokê vekirin. Carekî din sîleya Apoyiyan li rûyê dagirkeran da, li eniya Girê Zendûrayê jî ‘Berxwedan’ nivîsandin.