Berwarî: Divê berjewendiyên Kurdistana mezin li pêş be

Berwarî diyar kir divê gelê Kurd bibe yek û wisa berjewendiyên Kurdistanê biparêzin û got "Divê berjewendiya Kurdistana mezin li pêş be. Heke bi hestên welatparêzî, berjewendiyên neteweyî û Kurdistana mezin li pêş be, dibe ku destketî were parastin."

Li Iraqê wê di 10’ê Cotmehê de hilbijartineke giştî ya pêşwext were lidarxistin. Li Iraqa Federal a ku piştî sala 2003’an de dema ku dîktatoriya Seddam Huseyîn bi mudaxeleya DYE hate hilweşandin, wê ev bibe hilbijartina şeşemîn. Şîî, Sunnî û Kurd jî di nav de wê gelek partî, lîste, kom û tifaq têkevin hilbijartinê.

Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Dr. Kamûran Berwarî derbarê hilbijartina di 10’ê Cotmehê de axivî.

Berwarî diyar kir ku hemû hilbijartinên li Iraqê klasîk û taklît e, armanc tijîkirina hejmara kursiyên li parlementoyê ye, hinek hêz dixwazin bigihêjin armanca xwe û dixwazin li Iraqê di rêveberiyê de bin. Berwarî got “Partiyên Kurd jî di serî de tu partiyên li Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqiyan tu projeyeke wan tune. Tekane armanca wan ev e ku bibin desthilatdar. Li Iraqê desthilatdarbûn tê wateya du tiştan. Yek jê ev e ku li parlementoyê kursiyan bi dest bixin a din jî ev e ku dahata ekonomîk bi dest bixe, partî û alîgirên xwe dewlemened bike."

PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN A IRAQÊ PIRSGIRÊKA BI KURDAN E

Berwarî diyar kir ku pirsgirêka herî mezin a Iraqê pirsgirêka Kurdan e û got “Ev pirsgirêk ji sedsalan zêdetir di navbera Iraq û Başûrê Kurdistanê didome. Di bingeha vî tiştî de jî ev e heye ku Îngîltere di serî de hêzên navneteweyî Iraq li ser axa Kurdistanê ava kirine.  Ji roja ku Iraq ava bûye ev pirsgirêk heye û wê bidome jî. Ji ber ku Iraq bi awayekî ne meşrû hate avakirin. Axa Kurdan û Kurdistanê jî bû ya Iraqê. Beşeke zêde axa Iraqê ya Kurdan, Kurdistanê û Kurdên Feylî ne. Heta Basrayê li gelek cihan Kurd hebûn û hê jî li hinek cihan dijîn. Em dizanin ku li başûr û naverasta Iraqê li bajaran Kurd hebûn. Hê jî hene. Bexda bi xwe bajarekî Kurdan bû. Hêdî hêdî Kurd ji van bajaran hatin derxistin. Bi navê Îslamê di nava 1400 salan de heta derdora Duhokê Kurdistan gav bi gav hate dagirkirin. Iraq axa gelên Aryen e, ne ya Samiyan e. Îngîltere û hêzên navneteweyî piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn li ser axa gelê Aryen welatekî wekî Iraqê lê ava kirin û ev gaveke şaş bû. Ev şaşî hê jî didome. Ji ber vê pirsgirêk nayê çareserkirin û wê neyê çareserkirin jî.”

Berwarî diyar kir ku di navbera Iraq û Başûrê Kurdistanê ji ber pirsgirêkên dahata petrol û deriyên gumrikê ne ji ber pirsgirêkên wekî budçeyan e û ji ber vê jî wê hilbijartin tu çareseriyekê ava neke.

Berwarî bal kişand ser vî tiştî ku vê pirsgirêka ku bi salan e ligel ku şer hatiye kirin jî nehate çareserkirin bi makeqanûneke demokratîk, rêveberiyeke demokratîk û bi pergaleke parlementeriya demokratîk dikare were çareserkirin û got “Lê dema ku em li vê rewşê dinihêrin, dibînin ku hemû li dijî demokrasiyê ne. Tekane rêya çareseriya pirsgirêkên li Iraqê heye, ew jî ev e ku bi pergaleke konfederal a demokratîk divê were rêvebirin. Ji xeynî wê tu pergal nikare pirsgirêkên li Iraqê çareser bike.”

DIBE KU IRAQ BIBE SÊ PARÇE

Berwarî diyar kir li başûrê Iraqê li bajarên Basra, Mîssan, Zikkar, Nasiriye û Divaniyê yên ku bêtir Şîî lê dijîn jî pirsgirêkên mezin hene û ji ber maxdûriyetê pirsgirêkên Sunniyan jî hene û dibe ku ev tişt bibe sedema ku Iraq bibe sê parçeyan. Berwarî got “Şîîyên li Başûr herêmeke federal dixwazin. Sunnî dibêjin em jî mexdûr in. Pirsgirêkên ji ber van tiştan heye. Di navbera Başûrê Kurdistanê û Iraqê de jî pirsgirêk hene. Ev pirsgirêk roj bi roj mezin dibe. Destê hêzên herêmî û navneteweyî jî di van pirsgirêkan de heye. Ji ber vê jî di hilbijartinan de tu çareserî wê pêk neyê. Jixwe hêza wan tuneye ku çareseriyê ava jî bikin.

Heke pirsgirêk wisa bidome, dibe ku Iraq bibe sê çar parçe. Dibe ku her parçeyek jî di nav xwe de bibe dû sê parçe. Heke parçebûn pêk were wê Iraq ji Sûnnî, Şîî û Kurdan pêk were. Ev jî diyar dike ku li gorî avadaniya nijadperest wê parçebûnek pêk were.”

HÊZÊN NAVNETEWEYÎ ANÎ VÎ HALÎ

Berwarî diyar kir ku Iraq bûye gelek parçeyî û sedema vî tiştî hêzên navneteweyî û yên herêmî ne. Berwarî got “Rast e, Iraq gelek parçeyî ye. Berpirsê vê parçebûnê jî destê hêzên navneteweyî û herêmî ne. Ev parçebûn ne bi tenê bi avadaniyên Şîî, Sunnî û Kurdan bi sînor nemaye. Ev parçebûn heta bajar, gund û malbatan jî kûr bûye. Ji ber ku hêzên navneteweyî û hêzên herêmî tevlî nav karên navxweyî yên Iraqê dibin, heta ku ew destê nekişînin wê kêm nebe. Ev parçebûn wê bibe sedem hilweşandina Iraqê. Sedema bêkarî, hejarî û bêxizmetiyê e parçebûn e.

Hilbijartin wê nikaribin ji pirsgirêkên parçebûnê re bibin çare. Ji ber ku parlementer ne ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê diçin Bexdayê. Ji bo ku partî bi awayekî temsîlî li wir bin û parekê ji desthilatdariyê bistînin dişînin wir.”

PIŞTÎ HILBIJARTINÊ WÊ DI NAVBERA KURDAN DE JI BER SEROKKOMARIYÊ PIRSGIRÊK ÇÊBIBE

Berwarî diyar kir di salên dawîn de Kurd dibin serokkomar û got “Partiyên Başûrê Kurdistanê serokkomar hildibijêrin û li gorî wan ji xeynî partiya wan kes nikare bibe serokkomar. Ev jî di navbera wan û Iraqê de dibe sedem. Piştî hilbijartinê wê pirsgirêk bidome. Dibe ku xerabtir bibe. Dema ku li Iraqê serokkomar tê hilbijartin divê Îran, DYE, welatên Ewropayê, welatên Ereban û Tirkiye vî tiştî qebûl bike. Heke ji van welatan yek qebûl neke, serokkomar nayê hilbijartin. Li gorî min wê wekî hilbijartinên berê pirsgirêk çêbibe. Wê her partî namzetê xwe yê serokkomariyê nîşan bide. Ev jî di navbera Kurdan û Iraqê de wê bibe sedemeke mezin. Serokkomarê ku bi qebûlkirina welatên Ewropa, welatên Ereban û Tirkiyeyê wê tu sûda wê ji Iraqê re tunebe. Me di salên borî de dît. Dema ku dewleta Tirk Başûr dagir kir, tu helwest nedan nîşandan. Ligel ku sivîl tên kuştin, êrişên dagirker didome jî tu daxuyanî nehatiye dayîn. Dema ku bi çekên kîmyewî mirov tên qetilkirin, êrişî Şengal, Mexmûr û Başûr tê kirin tu nerazîbûnekê nîşan nadin. Li serokkomarekî wisa bifikirin ku li hemberî sûcên li dijî serxwebûna Iraqê û yekparetiya axa wê bêdeng dimîne."

DIVÊ BERJEWENDIYÊN KURDISTANA MEZIN LI PÊŞ BE

Berwarî diyar kir divê gelê Kurd bibe yek û wisa berjewendiyên Kurdistanê biparêzin û got “Divê berjewendiya Kurdistana mezin li pêş be. Heke bi hestên welatparêzî, berjewendiyên neteweyî û Kurdistana mezin li pêş be, dibe ku destkeftî were parastin. Heke Kurd li ser esasê berjewendiyên Kurdistana mezin li ser bingeha dîplomatîk, siyasî, leşkerî û ewlekariyê tevnegerin wê têk biçin.”