Beriya her kesî gihaşte qada berxwedanê

Ew, bi hevalên xwe re li herî pêş bû, beriya her kesî ew gihaştibû qada berxwedanê, cem hevalên xwe, bi hevalên xwe re li ber xwe da, şer kir .Gerîla Marya Aram; li gel Ronahî Axîn, Devran Ekîn, Nesrîn Gever, Berfît Botan û Demhat Bahoz 24'ê Nîsana 2021'a


Rêber Apo şerê azadiya Kurdan weke 'Qirkirina Kulturê'' pênas kirib3u.  Ev doza civakeke wiha ye ku bi qirkirina civakê dst pê kiriye, bi qirkirina kulturî domandiye û bi rengekî mirov nikaribe jê re jiyan bibêje, nêzî tinebûnê bûbû. Her gerîlayê PKK'ê jî bi xwe re çandekê hildigire.  Bêguman para malbatê di vê de girîng e. Weke şîrê dê ye ku mirov kultura Kurdistanê bistîne, bibe xwedî evîna netewî.  Mirov careke vedixwe şîrê dê û temenekî, bi wê re, ji bo ku xwedî li rûmeta wê drkeve, nirxên wê biparêze, çi tiştên ku ji dayikê tên diparêze. Ji ber vê zarokên Kurd dema ku jidayik dibin dîroka wan ji wan re vedibêjin.

Her zarokê ku li Kurdistanê çêbûyî û mezin bûyî dibîne ku gel çawa bi hev re dijîn. Hêza pevrebûna gelan, hîsa azadiyê ya pevrebûna bi xurtî ji zû de hîs dike di dilê xwe de. Mêrdîn li Kurdistanê yek ji wan bajaran e ku pevrûna gelan bi rengekî xurt dijî, çandê ew zengîn kiriye û bi rengê xwe maye. Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê çêdibe, ku Nisêbîn weke bajarê jin û gulan tê zanîn. Nergîz Pîtek keça bav û dêyeke wiha ye ku ji xak û welatên xwe hez dikin, bawerî bi wan şervanan anîne ku ji bo ku rizgariya welatê xwe li ber xwe didin û dane ber çavên xwe ku berdêlan bidin .1995'an jidayik dibe, weke her zarokên Nisêbînê bi çîrokên gerîla û nivîskarê mezin Mûsa Anter mezin dibe.


Sala 2010'an di nav xebatên ciwanên welatparêz de bi çalakî dixebite û piştî şehîdbûna xalê xwe sala 2015'an biryar li ser dide ku biçe serê çiyayên Kurdistanê, bibe şervan. 2015'an şahidî li lehengên ku li Kurdistanê bûne Egîd dike, ber bi çiyayê herî biheybet ê Botanê çiyayê Gabarê ve dide rê, ku jinên şervan û  leheng, spehî û weke xwe serhildêr û esîl di hembêza xwe de vedişêre. Demekê li Gabarê dimîne, perwerdehiya pêşî ya şervaniyê dibîne, şal û şapikên gerîla li xwe dike. Û navekî li xwe datîne. Çi kesê ku tevlî nav gerîla dibe, navekî li xwe dike û gava pêşî ya azadbûnê davêje, dest bi jiyana nû dike. Rîtim û dengê ku bang li mirov dikin diguhere, tîpên navê we diguherin. Wan kincên xwe dema ku hûn bi rê dikevin davêjin, kincên gava ber bi jiyana nû ve li xwe dikin û rêya xwe didomînin. Wiha kiribû Nêrgiz. Navê Nêrgiz hiştibû û bi navê Marya dest bi jiyana nû kiribû. Ew êdî bûbû gerîla Marya Aram.

Dema ku nû min gerîla Marya Aram dîtibû, pêşî ya ku l iber çavê min ketî ew bû ku miroveke gihaştî bû. Weke ku hê beriya ku bibe gerîla bûbû gerîla, cidîbûna şer û jiyanê li ser xuya dikir. Li gel ku ev qasî gihaştibû jî bişirîna li ser çav û rûyê wê, jidilbûna dema ku em hezbêz dikin, dilgeriya wê ya dema ku nêzîkatî li hevrêyên xwe dikir û jidiliya wê tesîra xwe li ser hemû hevrêyên wê dikir. Dilnizmiya li ser rûçikê wê, bersivên ku di wê gavê de dida her tiştî, zîrketiya wê û fedakariya wê ji hêla her kesî ve dihate dîtin. Vê hem dikir ku jê were hezkirin, hem jî dikir di jiyanê de bêhtir bi îdîa û hêvî bimeşe. Û xwe li Avaşînê dît. Gerîla Marya Aram li wan qadên ku bihişa gerîla û dojeya dagirkeran e xwe dît.

Dagirker dema ku êrîşê bi ser Mam Reşo de tînin, gerîla Marya Aram ku li qadeke di ye, di cih de hevrêyên xwe hişyar dike, beriya her kesî radihije çek û rextên xwe û nîşanî hevrêyên xwe dide ku ew hazir e.  Jixwe vê helwesta wê nûçegihanê şer ê li rex wê Amargî Arhat Ba, di nivîsa, ''Nîşeyên Berxwedana Mam Reşo de wiha dibêje: ''Dema ku êrîşa hewayî çêbû em li kampa Şehîd Şoreş a li geliyê Basta li qada Mam Reşo bûn. Dijmin dema ku bi obûs û hawanan êrîş bi ser qada Mam Reşo de anî her kesî fêhm kiribû bê ka wê operasyon bi ser kûderê de were. Bi ser de, heval Marya ku nû hatibû qadê, hemû çek û rextên me yên li mangaya rex me anîbû mangaya me û gotibû, ''heval zû rabin, dijmin leşkeran dadixin'', wê demê me gotibû, ''Mam Reşo wê dîrokê binivisîne.''

Ew, bi hevalên xwe re li herî pêş bû, beriya her kesî ew gihaştibû qada berxwedanê, cem hevalên xwe, bi hevalên xwe re li ber xwe da, şer kir .Gerîla Marya Aram; li gel Ronahî Axîn, Devran Ekîn, Nesrîn Gever, Berfît Botan û Demhat Bahoz 24'ê Nîsana 2021'an nemir bû.''