Beriya darvekirinê kêliyên dawî yên her sê girtiyên Kurd...

Rejîma îranê, 8’ ê Îlonê girtiyên siyasî yên Kurd Zanyar û Lokman Mûradî û Ramîn Huseyîn Penahî darve kiribûn û cenazeyê wan nedabûn malbata wan. Darizandina wan jî bi awayekî adilane nehatibû kirin û sûcdarkirin bê bingeh bûn.

Di derbarê her sê girtiyên siyasî yên Kurd ên girtî ku beriya bibin ber sêdarê agahiyên nû derketin holê. Piştî darvekirinê cenazeyê wan jî radestê malbata wan nehatibû kirin. Li gorî agahiyên malpera Hrana personelekî girtîgehê ku nexwest navê xwe eşkere bike got, “Her sê girtiyên siyasî yên Kurd beriya bibin darve bikin li wan dan. Li gorî hevpîşeyên min ragihandî nemaze jî Huseyîn Penahî nexweşê giran bû.”

Çavkaniyê ragihand, “Dema ku Zanyar Mûradî û Loqman Mûradî, bi awayekî kelepçeykirî û zincîrkirî birîn ber înfazê, bi Rahîm Huseyîn Penahî re li hev rast hatin. Huseyîn Penahî ne li ser hişê xwe bû. Dema ku dît Huseyîn Penahî di vî halî de ye, xwest wî biparêze. Lê belê personelê girtîgehê ku Gulamreza Ziayî, Maksûd Zûlaflî û Nadir Bagerî jî di nav de bûn, êrîşî Wan kirin.

Personelê girtîgehê yê ku naxwaze navê xwe eşkere bike got,“Parêzer û malbatên van her du girtiyan ne serwext bûn ka dê wê wan darve bikin an na. Lê belê 8’ê Îlonê saet 10.00’î, 6 saet piştî hevdîtina wan a bi malbatê re, hatin darvekirin.

Her wiha çavkaniyê got, “Gerînendeyê giştî yê girtîgeha Recaî i Şar, Hasan Gobadî nekarî biçe serdana dawî û nepeyitand ku dibe ku demek berê demekê bên darvekirin.”

Mijara ka Înfaza wan li kû derê pêk hatiye jî agahî ne zelal in. Her çiqas leşkerê edlî bêje înfaz li Tehranê pêk hatine jî,  çavkaniyên nêzî malbata Mûradî radigihînin ku li ser cenazeyan dinivîse, ‘li girtîgeha Recaî Şar’ hatine înfazkirin.

Çavkaniyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Min ji hevpîşeyê xwe bihîst ku girtiyan gotiye em dixwazin kapê darvekirinê bixin stûyê xwe. Dema rayedaran ev daxwaz paşve zivirandiye jî, xirecir derket. Heta ku Zanyar Muradî anî ziman ku Hasan Gobadî sozê vî mafî daye.”