Bêrîtan li Kerkûkê hate bibîranîn
Meclîsa Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) a Kerkûkê di salvegera 29’emîn de Gulnaz Karataş bi nasnav Bêrîtan bibîr anî.
Meclîsa Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) a Kerkûkê di salvegera 29’emîn de Gulnaz Karataş bi nasnav Bêrîtan bibîr anî.
Li bajarê Kerkûkê li navenda Meclîsa Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) bi merasîmekê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) hate bibîranîn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre Endama Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) Zêrîn Tacettîn axivî û bal kişand ser rol û lehengiya şehîd Bêrîtan û hemû şehîdên doza azadiya gelê Kurd.
Tacettîn diyar kir ku tevî ku salek û nîv Bêrtîan tevlî gerîla bûbûe jî, bû jinek leheng û têkoşer û got: “Heval Bêrîtan bi vîneke mezin li dijî xiyanetê rabû.”
Piştî axaftinan li ser têkoşîn û jiyana Bêrîtan sînevîzyonek hate nîşandan.
Merasîm bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.