Berî bibin kadro karker ji kar tên derxistin

Piştî ku bûyîna kadro ya karkerên taşeron kete rojevê, karkên li Wanê bi rengekî ne qanûnî ji kar tên derxistin.

Komîsyona Lêkolînkirin-Tespîtkirinê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê, ku ji bo lêkolîn bike bê pêwendiya karkerên wê yên taşeron bi PKK'ê re heye yan na hatiye avakirin, karê xwe didomîne. Li şaredariyên ketine nava lepên qeyûm û saziyên din ên dewletê jî, beriya kadrobûyînê karker ji kar tên derxistin.

Li gorî belgeyên ku gihîştin ANF'ê, piştî ku îdîayên li ser kadrobûna karkerên taşeron kete rojevê, bi sedan karkerên li saziyên dewletê yên li Wanê dixebitin ji van saziyan hatin derxistin.

Di hefteya dawî de 180 kesên li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dixebitin ku bi rêya qeyûm hatiye desteserkirin, ji kar hatin derxistin. Tê gotin, derxistina karkeran a ji kar wê li şaredariyên din jî dewam bike. Her wiha di encama karê Komîsyona Lêkolînkirin-Tespîtkirinê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê jî wê bi sedan karkerên taşeron ji kar bên derxistin.

Serokê vê komîsyonê Prof. Dr.  Yûsûf Ûzûn nivîsek bi îmzeya xwe ji karkeran re şand û ev tiştên sosret nivîsand: "Der barê personelên zanîngeha me de (Personelên Fîrma Nexweşxaneyê) ku komîsyona me dest bi lêkolînê kiriye, pêwîstî bi agahî û belgeyên li ser îdîayên karkerên pêwendiya xwe bi FETO, PKK, DHKPC û hwd. rêxistinên terorê re hene, heye.

Em ji we rica dikin ku bi rengekî nivîskî û sondxwarî îfadeyê bidin komîsyona me û eşkere bike ku personelê navborî pêwendiya xwe bi rêxistinên terorê re heye yan na, ji bo rêxistinê nivîs nivîsandiye, dîmen weşandiye ya jî piştgirî daye yan na."