Bendewariya Amediyan ji sala nû: Bila Abdullah Ocalan azad bibe

Amediyan sala 2020'î nirxandin û diyar kirin ku bendewariya wan a ji sala nû jî bidawîbûna tecrîda li Îmraliyê û pêkhatina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî ye.

Şêniyên Amedê li ser bendewariya xwe ya ji sala 2021'ê ji ANF'ê re axivîn.

'AZADIYA SEROK APO'

Welatiyê bi navê Yaşar Aydin anî ziman ku sala 2020'î ji bo Kurdan gelek dijwar derbas bû û got: "Hikumetê bi hêza dewletê êrîşî hemû aliyên muxalîf, civakê, qadên jiyanê û çapemeniya azad kir. Hikumetê xwest bi êrîşan her qadê bixe bin kontrola xwe û di vê çarçoveyê de jî Kurdan dîl bigre. Welat di aliyê civakî, aborî û siyasî de di rewşeke gelek xirab de ye û her ku diçe jî xirab dibe. Hikumet dixwaze di her alî de civakê di bin zextan de bigre. Dîsa li Kurdistan û Tirkiyeyê êrîşek gelek dijwar li dijî jinan hate pêkanîn. Hema bibêje her roj jinek ji aliyên mêrên ku di bin kontrola dewletê de ne tên qetilkirin. Dewlet hemû mêrên li dijî jinan tundiyê pêk tîne diparêze û wan teşwiqî tundiyê dike. 

Li gorî min bûyer û rageşiyên di sala 2020'î de qewîmîne bayên sala 2021'ê ne. Ez texmîn dikim ku wê sala 2021'ê ji sala 2020'î gelek dijwartir be. Divê li dijî vê zilma hikumeta AKP-MHP’ê em bi awayek cemawerî li ber xwe bidin û xwedî li vîn û têkoşîna xwe derkevin. Serketin bi berxwedanê gengaz e. Bê berxwedan û têkoşîn serketin nepêkan e. Ez sala 2021'ê hêvî dikim ku hikumet bi aqilek salîm tevbigere. Ji bo jiyanek aram û wekhev pirsgirêka Kurd were çareserkirin, deriyê Îmraliyê bê vekirin û Serok Apo azad bibe. Tenê ev bendewariyên min hene."

'BILA BIJÎŞKÊ NOROLOJIYÊ WERE AMEDÊ'

Nurullah Baytok jî da zanîn ku sala 2020'î ji bo wî gelek dijwar derbas bû û wiha axivî: "Min ti xweşî ji sala 2020'î nedît. Divê salê de qîza min nexweş bû û ji bo were tedawîkirin jî ti bijîşk li Amedê tine ne. Qîza min nexweşê Epilepsiye.  Zêdetirî 5 meh in ez li hemû nexweşxaneyan digerim ez bijîşkekê peyda nakim. 8 mehê min li nexweşxaneyê derbas bû. Ev saleke jî ez bêkarim. Ji ber ku sala 2020'î ji bo min gelek dijwar derbas bû, ti hêviya min jî sala 2021'ê jî tineye. Ez hêvî dikim ku di sala 2021'ê de bijşkê Norolojiyê were Amedê. Eger bijîşk were dibe şansê jiyanê yê qîza min jî hebe. Her ku diçe qîza min li ber çavê min dihele û tiştek ez bikarim bikim jî tineye. Ez hêvî dikim ku ev sal baş be û bijîşk werin Amedê."

'XWEDÊ VÊ ZILMÊ QEBÛL NEKE'

Ramazan Ozak jî anî ziman ku ew hêvî dike ku sala 2021'î bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt got: "Evdê xwedê ji xwedê hêvî dike, ne ku ji zaliman. Ti hêviyên me ji vê dewleta zilimkar tineye. Vê dewletê ti tişt nema bi serê vî gelî ve ne anî. Li her derê xizanî û bêkarî heye. Xwedê vê zilmê qebûl nake û heqê me ji van zaliman re nehêle." 

'YEKITIYA NETEWEYÎ YA KURD'

Murat Okçu jî xwest di sala 2021'ê de deriyên Îmraliyên bên vekirin û got: "Di vê salê de divê Kurd yekitiya xwe ava bikin û hemû planên dagirkeran vala derbixin. Ji derveyî vê ti hêvî û bendewariyên min tineye."

ÇALAKIYÊN GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ

Mustafa Akin jî anî ziman ku tekane daxwazeke wî heye, ew jî çalakiyên greva birçîbûnê ne û wiha got: "Divê mafên bingehîn û azadiyê bên esasgirtin. Li ser vî esasî divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Ji bo çareserkirina vê rewşê ez bang li Wezareta Dadê û raya giştî dikin ku bi berpirsyarî  tevbigerin. Tenê daxwaza min daxwaza zarokên me yên di girtîgehê de ne û azadiya Serok Apo ye. Ji derveyî vê ji xwe qiyamet li Tirkiyeyê rabûye û her diçe AKP welêt ber bi agir ve dibe."