Bêkarên li Agiriyê: Em ji rûyê AKP’ê nikarin debara xwe bikin

HDP’ê di çarçoveya “Hevdîtinên budceyê” de li Agiriyê bi bêkaran re civiya. Gel da zanîn ku ew ji ber polîtîkayên AKP’ê nikarin debara xwe bikin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya “Hevdîtinên Budceyê”  de li bajarê Agiriyê yê Bakurê Kurdistanê bi bêkaran re civiya. Civîna ji bo vê bernemaya aborî ango budceyê li qehwexaneyeke ya bajêr hat lidarxistin. Di civînê de welatiyekê bertek nîşanî zêdekirinên bê sînor ên buhayê hişkebaran da û wiha derdê xwe ji HDP’iyan re vegot, “Ziwistan tê, lê buhayê tonek komir ji 3 hezar Lîreyên Tirkî derbas dike. Liba nanekê bûye 2 Lîre. Li Agiriyê çavkaniya bingehîn a debariya me sewalvaniye, lê em nikarin ka û xorekê bikirin. Ev ji bo vî gelî guneh e. Divê ji vî karî re çareseriyek were dîtin, êdî hêza me ya em tehemûl bikin nemaye.”

‘EM NIKARIN DEBARA XWE BIKIN, AKP’Ê PERÎŞAN KIR’

Welatiyeke din jî diyar kir ku êdî ew nikarin debara xwe bikin û got, “Torbeyek xorek 200 Lîre ye, tonek ka bi 500 Lîreyan e, tenekeyek rûn jî bûye 300 Lîre. Em ne dewlemend in, yên dewlemend AKP’yî nin. Êdî gel ne di rewşekê de ye ku bikare îdare bike. Ji bo debara malbatê hemû zarokên min ji wir koç kirine û ji bo kar çûne bajarên rojavayê Tirkiyê. AKP’ê em perîşan kirine. Êdî bes e.”

Welatiyeke din anî ziman ku divê HDP wê bê huqûiyê ji gel re vebêje û wiha pêde çû, “Ji bo çareseriya van pirsgirêkên li welat heyî pêwîste HDP hê bêhtir dengê xwe bilind bike. HDP partiyeke ku bi huqûq, edalet û wekheviyê bawer dike. Ji ber wê pêwîste ya heyî bi şeklekî vekirî ji gel re vebêje.”

‘AKP JI BO XWE SERMAYEGUZARÎ DIKE’

Gelek bêkaran gotin ku ji ber wê rewşê ciwan neçar mane ku Agiriyê biterikînin û xwestin ku ew pirsgirêka bêkariyê were çareserkirin. Kesek din jî bertek nîşanî Serok  Şaredarê AKP’yî yê Agiriyê Savci Sayan da û wiha axivî: “Savci Sayan gotibû ‘ezê Agiriyê weguherînim Parîsê’, lê Agirî weguherî hêlîna cirdeyan. Ne ji Agiriyê re, ji bo xwe mal çêkir û sermayeguzarî kir. Em ji derewên ku ji me re kirî bawer nakin. Em ji edaleta wan bawer nakin. Êdî edalet û pêşketin tune ye, hejarî û birsîtî heye.”

Necdet Îpekyuz ê HDP’yî yê di şandeyê de cih girtî diyarkir ku bi rengekî zanebûn Agirî hatiye hejarkirin û got, “Her roja ku diçe mirov hejar dibin. Li wir pirsgirêka bêkariya ciwanan her ku diçe mezin dibe û mixabin ji her 3 ciwanan 2 ciwan bêkarin. Ji bo wê rewşê biguherînin emê wek partî û gel têbikoşin.”

Hevdîtin û ziyaretên şandeyê yên li bajêr didome.