Bedel Berwarî: Gefa kuştinê li min tê xwarin

Aktîvîstê Behdînanê Bedel Berwarî yê ku berî demekê di girtîgehên PDK’ê de hate girtin û hate berdan, diyar kir ku berpirsên hêzên ewlehiyê gefa kuştinê li wî dixwin.

Aktîvîstê Behdînan Bedel Berwarî nameyek vekirî ji Serokatiya Herêma Kurdistanê re nivîsand û diyar kir ku ji ber ku bi dîmen rastiya girtîgeha ku tê de maye vegotiye, gefa kuştinê li wê hatiye xwarin.

Bedel Berwarî di nameya xwe de wiha nivîsiye: "Hinek kesên ku dizanin em bi awayek bê suc hatin cezakirin, gefa kuştinê li min dixwin.“

Bedel Berwarî diyar kir ku yên bi kuştinê gef li wî xwarine, berpirsên hêzên ewlehiyê ne.