Bazên Xakurkê

Gerîlayên ku li dijî êrîşên balafirên şer 24 saetan nobedê digirin, li qadên herî bilind ên erdnîgariya Kurdistanê ji xwe re jiyaneke taybet afirandine.

Çeperên doçka weke çeperên herî bilind ên gerîla tên naskirin. Dîtina van çeperan ne karekî hêsan e. Ji bo dîtina komek ji doçkavanan divê mirov têra xwe bimeşin û xwê bidin. Fîzîka xurt, kondîsyoneke baş û serweriya li eraziyê divê. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker 14'ê Kanûna 2017'an dest bi bi êrîşên dagirkeriyê kir, ez hatim Xakurkê û min demeke dirêj li vê herêmê kar kir. Li gel şert û mercên giran ên zivistanê, niha derdikevim ser girên ku ji ber ewlekariyê nekarîbûm derkevim ser wan.

PIŞTÎ MEŞA JI 7 SAETAN DIGIHÊJIM SER GIR

Tevî ku zor û zehmet e û mirovan bi têra xwe dibetilîne, dixwazim bazên azadiyê û gerîlayên ku bi xewn û xeyala Kurdistaneke azad şer dikin, bibînim. Piştî meşa ji 7 saetan xwe digihînim ser girê ku min berê xwe dayê. Bi silaveke germ a gerîla têm pêşwazîkirin.

Dema ku mirov li ser vî girî li derdora xwe dinerin, beşek ji Herêmên Parastinê yên Medyayê dibînin ku bê dawî ye. Xeml û xwezaya van rêzeçiyayan hêjayî dîtinê ye.

HOLIKA LI SER SERÊ ÇIYÊ

Dema ku bi gerîlayên li ser gir re li erdnîgeriya bê hempa temaşe dikim, gerîla Koçerîn ku kefiyeke kesk li dora stuyê xwe gerandiye û ji xwe gelekî bawer e, tê cem me. Me dibe cihê ku em ê lê bêhnê vede. Cihê ku em ê lê bêhnê vedin holikek li ser serê çiyê ye ku bi guliyên daran hatiye nixumandin. Li holikê wêneyên gelek şoreşgerên nemir daliqandî ne.

BAZÊN BER BI AZADIYÊ VE DIFIRIN

Ji holikê li derve dinerim û sê basên ku li ser serê çiyayê ku em lê ne difirin dibînim. Teyrên baz ber bi azadiyê ve difirin û dema xwe berdidin newalê xeml û rewşeke giranbuha nîşan didin. Min ji xwe re li vê firîna bi heybet a teyrên baz temaşe dikir û ji nişka ve gerîlaya bi navê Arjîn got 'xwarin amade ye'. Xwarin ji kuvark, tûzik, sîrik, qurad û çend ji şênkahiyên din ve hatiye çêkirin.

GERÎLA TIMÎ NOBEDAR E

Bayê ku piştî xwarinê rabû, em hinekî cemidand. Gerîlayê bi navê Fedakar ji me re çayê anî. Tevî ku kêm maye bibe havîn jî, li van çiyayan hewa gelekî sar e. Gerîla ji me re dibêjin ku ew zivistanê jî li van çiyayan e. Hê jî berf li ser çiyê xuya dike. Lewma mehên zivistanê berfa li vir bi metreyan erdê digire. Gerîlayên Kurdistanê ku li gel berf û bagerê timî li ser van çiyayan e, li dijî her şêwe êrîşan timî nobedê digirin.

DU GERÎLAYÊN DOÇKAVAN

Ji ber ku xwediyê lutkeyên çiyê doçkavan e, sohbeta me jî li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teknîk û balafiran e. Em li ser rola doçkavanan a li dijî van êrîşan diaxivin. Doçkaya ku lûleya xwe dirêj e û xwedî fîşekên mezin ên di şerîdekê de ye, ji bo mirovên ku xerîbê çekan e, weke çekeke tirsnak tê dîtin.

Em hîn dibin ku doçkavanên vî girî gerîlayên YJA Starê Arjîn û Kooçerîn e. Herduyan jî perwerdeya çekên giran dîtine. Li taybetmendiyên doçka dipirsim. Doçkaya em lê dinerin 14,5 e. Herî kêm 200 - 250 kg giran e. Ji me re dibêjin ku wan bi hêza mirovan derxistine ser van çiyayan. Qala menzîla wê, dûrbîn û qoltixa wê dikin.

Ji bo mirov li ser doçkayê serwer be, pêwîste bi mehan perwerde dîtibe û pratîk kiribe. Taybetmendiya bingehîn a doçkavanan jî ew e ku di dema êrîşê de divê xwînsar be.

GIRîNGIYA ÇEPERA ÇEKA GIRAN

Li gorî gotinên Arjîn û Koçerîn, ji bo gerîlayên ku êrîşeke hewayî lê hatiye kirin, eger çeka di dema şer an jî êrîşê de tê bikaranîn di klasmana çekên giran de be, ev tê wê wateyê ku dikare encama wî şerî diyar bike. Ji ber vê yekê cihê xwe zû kifş dibe. Dema ku kifş bû, çepera çeka giran dibe hedefa destpêkê ya dijmin. Di dema şer de carna welê li rewşê tê ku hemû çekên tên bikaranîn berê wan dizîvire ser te. Mîna baranê obus û hawan li te dibarin. Di rewşeke wiha de hem divê tu xwe biparêze, hem jî bi xurtî şer bike. Şaşitiyeke ku tu bike, dikare bibe sedema têkçûna di wî şerî de, dikare bibe sedema ketina çepera te.

HEMÛ JÎ BÊTEREDÛT FEDAKAR IN

Dem hatiye ku em ji van gerîlayên ku ji bo afirandina siberojên azad bêteredût xwe feda dikin, xatir bixwazin. Çîroka her yek ji wan heye. Li dijî êrîşên dewleta Tirk a mêtinger û dagirker, ew li Xakurkê destanên lehengiyê dinivîsînin.