Bayindir: Têkbirina tecrîdê hilweşandina faşîzmê ye

Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "AKP-MHP bi rêya tecrîdê dixwazin rejîma xwe ya nû ava bikin. Têkbirina tecrîdê wê bibe hilweşîna vê faşîzmê."

Çalakiya greva birçîbûnê ya bidorveger û bêdem ku girtiyên PKK û PAJK’ê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Mijdarê de dan destpêkirin, di roja 25'emîn de didome. Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir der barê tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê axivî.

'ÎMRALI PERGALEKE XWESER E'

Bayindir destnîşan kir ku li Îmraliyê pergaleke xweser heye û got: "Em nikarin bibêjin li Îmraliyê rejîmeke hiqûqî heye. Pergaleke ku ji qanûnên neteweyî û navneteweyî hatiye îzolekirin heye. Mafên her girtî hene. Her kes li gor wexteke diyarkirî divê bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Lê belê ev yek li Îmraliyê tine ye. Pergala li Îmraliyê hatiye afirandin, niha tê xwestin li tevahiya girtîgehan pêk bê. Di 18 salên desthilatdariya AKP'ê de tecrîd her ku çû kûr bû û li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Bi vê yekê ve girêdayî tecrîd li tevahiya girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê belav bû. Di dema pêvajoya çareseriyê de tevahiya raya giştî dît ku Birêz Ocalan bi fikir û ramanên xwe dikare vê pirsgirêkê çareser bike. Lê belê hikûmeta AKP-MHP'ê dît ku piştî Tirkiye aram bibe wê bi ti awayî nekaribin xwe li ser lingan bigrin û ji bo vê yekê pêvajo xira kirin. Piştî pêvajoyê di 5'ê Nîsana 2015'an de hevdîtinên bi Birêz Ocalan re hatin qutkirin, şer giran bû û polîtîkaya tecrîdê dîsan kete dewrê."

'OCALAN RÊYA GELÊN KURDISTAN Û TIRKIYEYÊ RONÎ DIKE'

Bayindir da zanîn ku mînakên pergala Îmraliyê li ti dera dinyayê tineye û wiha pê de çû: "22 sal in tecrîdek giran li Îmraliyê tê meşandin. Lê belê ji 5'ê Nîsana 2015'an ve tecrîd kete pêvajoyek cuda û tecrîd hate kûrkirin. Birêz Ocalan li vir ne bi tenê ye. Îro Birêz Ocalan deng û vîna bi milyonan e. Derketina dengê Ocalan wê bibe sedema rehetbûna Rojhilata Navîn û destpêkirina pêvajoyeke nû. Dema ku pêvajoya çareseriyê dewam dikir ti pirsgirêk rû nedidan. Lê çawa ku hevdîtin bi dawî bûn li Kurdistanê qetilkirina mirovan dest pê kir. Mirov ji neçarî penaber dibin, av û axa xwe terk dikin. Di hêla aborî de zehmetiyên mezin dikişînin. Birêz Ocalan bi raman û felsefeya xwe pêşiya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ronî dike. Mînaka vê ne carek ne du car, bi dehan caran berbiçav hatin dîtin û raya giştî jî vê yekê baş dizan e. Mînaka herî berbiçav, îro li Rojavayê welat e. Modela Rojava ji bo gelên cîhanê bûye mînak û cîhan jê sûdê werdigre. Ev model bi fikir û ramanên Birêz Ocalan hate avakirin û îro ji bo cîhanê bûye mînak."

'AZADIYA OCALAN BI AZADIYA VÎ WELATÎ VE GIRÊDAYÎ YE'

Bayindir da zanîn ku bi tecrîda li ser Ocalan hikûmetê li dijî gelê Kurd biryara şer daye û wiha axaftina xwe domand: "Tecrîd ne tenê li ser Birêz Ocalan tê meşandin. Di şexsê Birêz Ocalan de civak tê tecrîdkirin. Tecrîdê hemû sînorên Îmraliyê derbas kiriye û li ser girtîgeh û gelan belav bûye. Weke sazî û partî jî rojeva me ya sereke tecrîd e. Tecrîd tenê ne pirsgirêka gelê Kurd e. Tecrîd pirsgirêka sereke ya gelên Tirkiyeyê û tevahiya Rojhilata Navîn e. AKP-MHP li ser tecrîdê îro dixwaze li welat rejîmekê ava bike. Şikandina vê tecrîdê ew e ku ev faşîzm ber bi goristanê ve bê şandin. Azadiya Birêz Ocalan bi azadiya vî welatî pêkan e. Lewra pirsgirêka Kurd, pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê ye. Heya pirsgirêka sereke ya azadiya Tirkiyeyê neyê çareserkirin, wê pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin. Heya pirgsirêka Kurd neyê çareserkirin wê tecrîda li ser Birêz Ocalan jî nayê şikandin. Divê li gel rêxistin, sazî, partî û gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê jî mil bidin hev û ji bo tecrîd û azadiya Ocalan têbikoşin. Heta ku tecrîd bidome wê ev rejîm jî dahatuya Tirkyeyê tarî bike. Ji bo ronahî û azadiya vî welatî divê tecrîd were şikandin."

'GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ'

Bayindir destnîşan kir ku tecrîd polîtîkayeke ku li Îmraliyê li salan hatiye belavkirin û ev tişt got: "Di sala 2018'an de piştî ku hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ket greva birçîbûnê û zexta civakî çêbû, piştî bi salan di sala 2019'an de hevdîtinên malbat û parêzeran ên Birêz Ocalan re dest pê kirin. Lê hevdîtin dîsa hatine astengkirin û tecrîd ketiye dewrê. Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê dîsa heman tecrîdê pêk tînin. Bêguman dema ku mirov qala grevên birçîbûnê bike divê mirov berxwedana 200 rojî ya Leyla Guven bibîr bîne. Weke tê zanîn Leyla Guven duh bi awayek nehiqûqî hate destgîrkirin û şandin girtîgehê. Vê bêhiqûqiyê bi awayek tund şermezar dikim. 

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku ji 27'ê Mijdarê ve li girtîgehan dest pê kiriye didome. Em dizanin ku her roj komên nû tevlî dibin û greva birçîbûnê didome. Bêguman, daxilbûna nav greva birçîbûnê ne biryareke hêsan e. Kes ji jiyana xwe bêzar nebûye. Her kes dixwaze azad bijî. Em dixwazin hestên xwe bi zimanê xwe bînin ziman. Ji canê girtiyan pêvtir tiştekî wan nemaye. Ji ber vê yekê, girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir û civakê vedixwînin hestiyariyê. Rewşa tendirustiya girtiyan di dest me de ye. Erê, wan bi îlankirina îradeyê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Lê ji vir pêde her tişt di destê partiyên derveyî, partiyên siyasî, komele, saziyan de ye. Ji ber ku ev daxwaz daxwazeke ji bo mirovahiyê ye. Çalakiya greva birçîbûnê ku li girtîgehan hatine destpêkirin di aliyê şikandina tecrîdê wê encamên girîng bi xwe re bînin. Em têkoşîna nava 4 dûwaran a girtiyên siyasî silav dikin."

'DIVÊ EM LI DERVE PIŞTGIRIYÊ BIDIN TÊKOŞÎNA GIRTIYAN'

Bayindir, xwest ku herkes piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê bike û ev bang kir: "Divê em li derve piştgirî bidin têkoşîna girtiyan. Divê ev tenê bi girtîgehan bi sînor nemîne. Em hêvî dikin ku hemû hêzên demokrasiyê piştgiriya çalakiyê bikin. Ev têkoşîna girtiyan di nava çar diwaran de daye destpêkirin divê em ji derve re bigrin li ser milê xwe. Daxwazên girtiyan rewa û hiqûqîn e. Divê berî her tiştî daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û tecrîd ji holê rabe û binpêkirinên mafan yên li girtîgehan bidawî bibe. Ji bo vê jî divê di her alî de gel mil bide milê girtiyan û ji bo daxwaza wan bikeve nava liv û tevgerê."