Bayindir: Em ê mîna navendeke polîtîk bin

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir destnîşan kir ku wê mîna mutbexa dibistaneke polîtîk bin ku bikin ku destketiyên gelê Kurd bi rêk û pêk, dîplomatîk û rêxistinbûyî bên nirxandin.

Hevserokê nû yê DBP'ê Keskîn Bayindir der barê mîsyona DBP'ê ya ji niha û pê ve ji ANF'ê re axivî.

Bayindir bi bîr xist, di demekê de ku dewleta Tirk di asta herî bilind de êrişî gelê Kurd dike wan kongreya xwe ya 5'an pêk anîn û bi bîr xist, êrişkariya dewleta Tirk ne tenê li Bakurê Kurdistanê her wiha li Rojava, Başûrê û Rojhilatê Kurdistanê jî tê kirin.

Bayindir anî ziman rejîma AKP-MHP'ê ji bo tinekirina statu û hebûna Kurdan hêza xwe seferber kiriye û destnîşan kir, ku di demeke wiha de pêkanîna kongreyê ji bo wan gelekî girînge.

Bayindir destnîşan kir ku zext û zordariya li wan tê kirin wê li pêşiya xurtkirina têkoşînê nebe asteng.

Ji bo mîsyona ji niha û pê ve ya DBP'ê Bayindir got, "Partiya me DBP wê bike ku gelê Kurd ji aliyê îdeolojîk, rêxistinî, exlaqî, polîtîk, çandî û xwebûna xwe ve hîn bêhtir bê dîtin. Her wiha wê li dijî êrişên tên kirin hişmendiyeke civakî biafirîne û bi vî rengî bersivê bide êrişan. Bêguman ev rol û mîsyon wê bi rêbaza klasîk a siyasetê neyê kirin. Wê têkoşîna vê bê meşandin. Di vê nuqteyê de partiya me wê bibe mutbexa dibistaneke polîtîk û bike ku destketiyên gelê Kurd hîn bêhtir bi rêk û pêk, dîplomatîk û rêxistinbûyî bê nirxandin. Li vê mutbexê wê destketiyên gelê Kurd bi sekneke berxwedêr bên parastin, li qada siyaseta demokratîk wê kadroyên ku karibin van vebêjin biafirîne."

Bayindir bi bîr xist ku DBP pêkhateya herî xurt a HDP'ê ye ku hêviya gelane û mûxalefetê bi rengê herî xurt dimeşîne û destnîşan kir, xurtbûna DBP'ê tê wateya xurtbûna HDP'ê.

Ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd jî Bayindir destnîşan kir ku wê berpirsyarî û wezîfeyên xwe bi rengekî dîrokî pêk bînin.