Nerazîbûnên li hemberî desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê yên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de berdewam dikin. Li navçeya Gever a Colemêrgê bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir çalakî û meşeke girseyî hatin lidarxistin. Gelek rêxistinên sivîl û nûnerên partiyên siyasî tev li çalakiyê bûn.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di têketina bajêr de ji aliyê girseyeke mezin ve hate pêşwazîkirin. Beşdarên çalakiyê gelek caran dirûşmeyên; ‘’Zext nikarin me têk bibin’’, ‘’Em ê bi têkoşînê ser bikevin’’, “Bijî berxwedana gelê Kurd’’, ‘’Bêdeng nebe, wê dor were te jî’’, ‘’Wê roj were û AKP’ê hesabê bide’’ û ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ hatin berzkirin.
Bayindir, di daxuyaniya li navenda bajêr a piştî meşê hat dayîn de axivî û anî ziman ku gelê Geverê li hemberî ewqas zilmê ti carî stûyê xwe netewandiye û got, "Gelê me ev 5 roj in li dijî vê zilmê li ber xwe dide. Kurd û dostên wan li dijî desteserkirina îradeyê li kolanan e. Gelê me desteserkirina îradeya gelê Kurd qebûl nake û dê qebûl neke. Wisa difikirin ku bi vê polîtîkaya zalimane wê têkoşîna gelê Kurd paşve bixin. Eger armanca we ew be ku hûn serî li gelê Kurd bidin tewandin, biçin mala xwe. Ji ber ku hûn ê ti carî nikaribin serî li vî gelî bidin tewandin. Desthilatdarî dijminahiya hemû bindestan dike. Me ev yek careke din li Esenyûrt dît. Ev desthilatdarî zilmê li hemû gelan dike. Çiqasî êrîşî îrada gelê Kurd bikin, wê gelê Kurd jî ewqasî xurt bersivê bide. Gelê Kurd wê li hemberî zilma we stûyê xwe xwar neke."
Bayindir, da xuyakirin ku pirsgirêka Kurd ancax bi pêşengiya Rêber Apo dikare çareser bibe û got, "Ev dest ne destê biratî û aştiyê ye, destê ji bo şikandina îradeyê ye. Ev gel wê xwedî li îrade û rûmeta xwe derkeve. Heta niha me nehiştiye rûmeta me ji aliyê Enqereyê ve were pelixandin û ji niha û pê ve jî em ê nehêlin. Dest ji êrîşa li ser îrada gelê Kurd berdin. Kesek maye ku ji ber vê zilma we lêpirsîn derbarê wî/wê de nehatiye vekirin? Ev lêkolîn nîşan didin ku hûn çiqas zordar in. Behsa çareseriya pirsgirêka Kurd dikin. Her kes di pencereya xwe de dinêre. Çareserî û muxatabê pirsgirêka Kurd diyar e. Ev pirsgirêk sed sal in didome. Ji aliyekî ve hûn dibêjin hûn ê pirsgirêkê çareser bikin, li aliyê din êrîşî nirxên gelê me dikin. Em vê durûtiyê qebûl nakin. Rê û dirba çareseriya pirsgirêka Kurd diyar e. Çareseriya vê pirsgirêkê bi birêz Ocalan pêkan e. Dest ji polîtîkyên xwe yên qirêj berdin, deriyên Îmraliyê vekin. Dev ji polîtîkayên xwe yên qeyûman berdin da ku çareserî li pêş bikeve."
‘EM Ê TEQEZ VAN ZALIMAN BIŞÎNIN’
Bayindir, diyar kir ku têkoşîna azadiya gelê Kurd têkoşîna bi mîlyonan e û got: “Ev têkoşîna têkoşîna rewa ye. Em ê teqez van zalimên ku hewl didin îrada me binpê bikin bişînin. Em ê heta serketinê li ber xwe bidin.”
Piştî daxuyaniyê girse heta ber avahiya DEM Partiyê ya Geverê meş li dar xist û sirûdan xwend û li ber avahiya partiye çalaki bi dawî bû.