Bayik: Erdogan ferman da, Hakan Fîdan li Parîsê komkujî da kirin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku fermana komkujiya Parîsê ji aliyê Erdogan ve hatiye dayin û Hakan Fîdan jî komkujî bi rêxistin kiriye.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik  derbarê rewşa Operasyona Tolhildana Şoreşgerî ya Şehîd Sakîne Cansiz  ji bernameya Rojeva Welat a Stêrk TV re axivî. Bayik destnîşan kir ku bi Operasyona Tolhildana Şoreşgerî ya Şehîd Sakîne Cansiz re gelek tişt derketine holê.

Bayik got  wan li dijî MÎT'ê dest bi operasyonekê kirin û navê Operasyona Tolhildana Şoreşgerî ya Şehîd Sakîne Cansiz lê kirin û got, "Sedema vê yekê heye. Ji ber ku di şehadeta hevala Sakîne Cansiz û hevalên din de telîmata Erdogan heye. Ew komkujî bi telîmeta Erdogan pêk hat. Erdogan ev telîmat dabû Hakan Fîdan û Hakan Fîdan jî telîmata birêxistin kiribû. Bi temamî MÎT'ê ev komkujî pêk anî. Ev komkujî di demekê de ku bi Rêber Apo re rûniştin, pêk hat. Bêguman dewleta Tirk li ser Tevgera me û gelê me gelek komkujî pêk anîne, hinek ji wan komkujiyan jî hin merheleyan îfade dikin. Komkujiya ku li Parîsê pêk hat jî hinek merheleyan îfade dike. Dewleta Tirk wisa dide diyarkirin ku wê pirsgirêka Kurd çareser bikin, bi Rêber Apo re hevdîtin çêdikirin, di bingeha xwe de di holê de çareseriyek tinebû. Ew hevdîtin ne hevdîtinên çareseriyê bûn, dewletê dagirker a faşîst a Tirk dixwest feraseta xwe bi Rêber Apo re bidin qebûlkirin. Di şexsê Rêber Apo de dixwestin bi Tevger û gelê Kurd bidin qebûlkirin, dixwestin tesfiye bikin. Rêber Apo jî dixwest ku feraseta dewleta faşîst a dagirkeriya Tirk biguherîne ji ber ku di feraseta wan de qebûlkirina gelê Kurd nebû. Hertim dixwestin Kurdan ji holê rabikin, li ser Kurdan siyaseta qirkirinê sazkar kirin. Heya ku ev feraseta neyê guhertin di mijara pirsgirêka Kurd de ti çareserî çênabe. Rêber Apo di wan hevdîtinan de dixwest ku feraseta wan biguherîne ji bo ku ew dest ji qirkirinê Kurdan berdin, mafê Kurdan qebûl bikin, ji bo ku gelê Kurd bi nasnameyê xwe, bi her tiştê xwe, bi awayek azad bikaribe li welatê xwe bijî. Rêber Apo tekoşîna vê, berxwedana ev nîşan da. Wan jî dixwestin ku gerîla bê çek bikin, gerîla belav bikin û vê bi Rêber Apo re bidin qebûlkirin. Difikirîn ke heke gerîla çek berde û belav bibe wê pirsgirêka Kurd çareser bibe. Dixwestin bi vî şiklî feraseta qirkirinê bidomînin. Rêber Apo jî li dijî vê sekinî."

Bayik bi berdewamî got; "Dema ku li Îmraliyê ew şerê pîskolojîk û taybet dihate kirin, dewleta Tirk a faşîst dixwest di vî şerî de encamê bigire û rêxistiniya  komkujiya Parîsê kirin. Telîmat Erdogan da, Hakan Fîdan bi MÎT’ê re pêk anî. Sakîne Cansiz yek ji damezirînerê PKK’ê bû, li zindana Amedê bi rengekî dîrokî li ber xwe da û di kongreya yekem de cihê xwe girtibû. Eger Sakîne Cansiz di vê pêvajoyê de bihata qetilkirin wê îradeya Rêber Apo bihata şikandin, wê siyaseta xwe bidina qebûlkirin û bimeşandana. Hedefa wan ev bû. Him ew komkujî kirin, him jî xwestin bavêjin ser PKK’ê û xwestin  kunakokiya di nav PKK’ê de çêbikin. Bi vê  xwestin dewletên Ewropa bitirsînin, nêzî çareserkirin pirsgirêka Kurd nebin û bi taybet jî dixwestin îradeya Rêber Apo bişkînin û siyasetê xwe pê bidin qebûlkirin, ji bo vê jî ew komkujî kirin."

'ÎSTÎXBARATA TIRK XWEST DERBÊ LI TEVGERA ME BIXE, LÊ BI XWE DERBA MEZIN XWAR'

Cemîl Bayik di axaftina xwe de diyar kir ku dewleta dagirker a Tirk xwestiye li hemberî rêveberên PKK’ê operasyonekê bike lê belê operasyona li wan hatiye kirin û got  "Niha operasyona ku me li dijî MÎT’ê kirî, me bi navê Tolhildana Şoreşger a Şehîd Sakîne Cansiz pêk anî. Ji ber rastiyeke tevgera me heye. Dema hevalê Heqî Karer li Dîlokê hat qetilkirin jî me ev kir sedema tola hevalê Heqî Karer.  Ji  bo ku em hevalê Heqî Karer nemir bikin, ji bo hevalê Heqî Karer her tim bij, yên ku komkujî pêk anîn me tespît kir û em bi ser wan de çûn. Ew jî tevgerek ajanan bûn û girêdayî dewletê bû.  Me ew ji holê rakirin. Ya dî jî,  Rêber Apo ji bo ku  hevaltiyê mezin bide jiyîn, ji bo ku Heqî Karer nemir bike, ji bo biranîna vê şehadetê, PKK damezrand. Bernamê partiyê jî li Dîlokê nivîsand, li ser vê esasê jî Tevgerê  xurtitr kir û geş kir. Ev rastiya vê tevgerê ye. Rêber Apo got ku; ‘Em Tevgereke wiha ne ku edaletê pêk tînin’, em tİ caran neheqiyê qebûl nakin, em zilmê qebûl nakin. Neheqî û zilma ku tê kirin, komkujiyên ku têne kirin dibine sedema ku em wan ji holê rakin û tevgera mirovahiyê mezin bikin. Wek Rêber Apo got; ‘Eger hinekan neheqî kiribin, ku bimirin jî ez ê di gora wan de hesab ji wan bipirsim’’. Ev rastiya vê tevgerê ye. Ev di dîroka vê Tevgerê de gelek caran jî pêk hatiye. Yê ku ev tevger bi pêş xistiye, bi ser xistiye, zindî kiriye ev rastî ye, ev ruh e. Niha bi vê  komkujiyê mezin a Parîsê  jî dewletê Tirk dixwest Kurdan, gelên Tirkiye bi navê çareserkirina pirsgirêka Kurd bixapîn. Di vê  merhelê de ev komkujî pêk anî. Bi vê ve xwestin ku wan hevdîtinan jî ji holê rabikin û daxwazên xwe yên yek alî bi komkujiyan bi gelê me, tevgerê me û Serokê me re bidin qebûlkirin. Lê Rêber Apo ew komkujî fêm kir, kê çima kir, serokatî wiha nirxand; ‘Ez dizanim kê ev komkujî pêk anî û çima pêk anî, lê belê ez niha bi reaksiyon nêz nabim, ji ber ku armancek min heye û ez dixwazim vê armancê pêk bînim. Heman tişt dema Nelson Mandela di zindana Efrikaya Başûr de bû, dema ku dewletê hevalê Nelson Mandela kuştin xwestin û dawî li hevdîtinan bînin, pêşiyê çareseriyê bigirin. Nelson Mandela jî wê demê bi reaksiyon tevnegeriya, di çareseriyê de israr kir û li ser vê jî encam girt.  Rast e dewleta Tirk operasyonek mezin li ser Tevgera me kir, lê ev  operasyona me her tim pûç kir û kire bingehê geşbûna hêviya azadiyê ya gelê xwe. Em wiha nêz bûn. Niha di dîroka dewletan de îstîxbaratên dewleta li hember hev şer dikin, mirovan dikûjin, mirovan direvînin, lê belê di dîroka Tevgera Şoreşgeran de ti caran me operasyoneke  bi vê asta biling, ku  wiha encam standiye zêde mînakên wê nedîtine. Dewleta Tirk dixwest operasyonek li hember Tevgera me bike, dixwest birevîne û bikuje, bi vî awayî dixwestin derbekê li tevgera me bixin û encamekê bigirin. Lê belê bi xwe derba mezin xwarin. Di cîhanê de mînakên wisa, operasyonek wisa encamgirtî nîne, cara yekem tevgera me pêk anî." 

DIVÊ GELÊ ME NEYÊ LÎSTIKÊN MÎT'Ê

Bayik di axaftina xwe de behsa siyaseta MÎT’ê ya qirêj jî kir û siyaseta MÎT’ê wiha nirxand; “Dema mirov dîroka dewleta Tirk û Osmaniya baş lêkolîn bike rola   îstîxbaratê pir mezine. Ew dewlet li ser îstîxbaratan hatine avakirin û li ser vê jî meşiyane. Li Tirkiye Teşkîlata Xûsûsî (Teşkîlât-i Mahûsa) heye ev jî bingeha MÎT’ê ye, MÎT berdewamiya vê rêxistinê ye. Dîroka dewletê bi temamî li ser şerê taybet, şerê pîskolojîk hatiye avakirin. Dewletên wisa, dewletên li ser îstîxbarata dimeşin, eger ew dewletan şerê taybet, şerê pîskolojîk û şerê îstîxbaratî nekin, nikarin berdewam bikin, nikarin bijîn. Niha dewleta Tirk jî bi temamî şerê taybet û şerê pîskolojîk dike. Vê  jî zêdetir li ser MÎT’ê ve dikin. MÎT jî siyasetek pûç û qirêj dike, gemariyê çêdike, hedefa wan ev e; em çawa civakê xira bikin, çawa mirovan xira bikin û bikaribin bi vê desthilatdariyên xwe bidomînin. Dewletê Tirk dema ku karê gemarî dike, bi destê MÎT’ê dike. Niha li ser tevgera me jî, li ser gelê me jî tiştên gelek xirab dikin. Di  nav wan hemû karê xirab de  destê MÎT heye; MÎT fûhûşê dide kirin, eroînê belav dike, ajantiyê dide kirin, koçber dike, digire, dikuje, komkujiyan dike, dişewitîne, talan dike.. Yanî MÎT bi taybetî jî bi ser  welatparêzên me de diçe; dixwazin wana bikin ajan û jiyanê bi gefan li wan re bikin jehr. Sedema xerabûna pêvajoyê weke ku  PKK be nîşan didin. Ji bo vê gelê me karê ku MÎT dimeşîne divê baş fêhm bike, neyê lîstokên wan. Dema MÎT berê xwe dide welatparêzên me, divê gelê me vê qebûl neke û wan deşîfre bike, bide çapameniyê, teşhîr bike. Armanca MÎT’ê ew e ku rêxistina gel belav bike, civakê xera bike, nirxên civakê belav bikuje. Dema dibêjin em ê dawiya PKK’ê bînin armanca wan ev e. Ev hêz bi taybet li ser Kurdan siyaseta gemarî dikin."

DI DESTÊ ME DE BELGE HENE, DIBE KU DI DEMA PÊŞ DE EM BI RAYA GIŞTÎ RE PAR VE BIKIN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik dawiyê got, dibe ku dema pêş belgeyên din bi raya giştî re parve bikin û wiha domand; "Dewlet  bi MÎT’ê desthilatdariya xwe didomîne, rejîma AKP-MHP’ê jî bi vê têkiliyê, têkiliya xwe bi bi DAÎŞ’ê re jî çêkirin.  Xwestin ku DAÎŞ’ê xurt bikin û armancên xwe a li ser Rojhilata Navîn pêk bînin. Jixwe gelek belge di derbarê têkiliyên dewleta Tirk û DAÎŞ, El-Nûsra de hatin belavkirin, hemû cîhanê jî ev dît. Faşîzma AKP-MHP hê jî dixwaze li Suriyê û Iraqê tevlîheviyan çebikin û hê jî bi DAÎŞ û EL-Nûsra re têkiliyên xwe didomînin. Naxwazin li herêmê aramî çêbibe. Ji ber ku dixwazin di nav tevlîheviyê de cihê xwe di Rojhilata Navîn de çêbikin. Ji ber ku gelek tengav bûne, siyasetê wan di her qadê de derbeke giran xwariye û têk çûye. Niha jî bi şîddetÊ, bi terorÊ, bi kuştinê, bi tirsandinê û bi gefan dixwazin careke din encam bigirin. Niha di destê me de jî belge hene, dibe ku di demên pêş  em van belgeyan bi raya giştî re parve bikin."